Konekî din ê 'Ji Ocalan re Azadî' hat vedan

Ji aliyê Meclîsa Stenbolê ya DEM-GENÇ’ê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Başakşehîr kon hat vedan.

Ji aliyê Meclîsa Stenbolê ya DEM-GENÇ’ê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Başakşehîr kon hat vedan.

Meclîsa Stenbolê ya DEM-GENÇ’ê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Taxa Şahîntepe ya navçeya Başakşehîr konê, “Ji Ocalan re azadî” veda. Di çalakiya vekirina kon de ku rêveberên HDP’ê jî piştgirî dan, ciwanan li qada kon lê hat vedan, posterên Ocalan daliqandin. Çalakiya ku gelek ciwan û jin beşdar bûn bi dirûşm û govendê didome.