Komploya Navneteweyî li Ermenîstanê hat şermezarkirin

Li paytexta Ermenîstan, Erîvanê komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin.

Komploya nawneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat,  îro li Erîvanê bi civînekê ve ji aliyê Kurdistaniyan hate şermezarkirin.

Civîn, li Erîvanê di Ofîsa Kurdistan Komîte de pêk hat, ji  Erîvanê û derdora wê Kurdistanî tevlî civînê bûn. Civîna ji aliyê Kurdistan Komîte ve hat rêvebirin, bi rezgirtinê destpê kir.

Di civînê de Endamê Kurdistan Komîte Davut Karasû axivî û got: “Ev 17 sal li ser vê komployê derbas bû. Bi deh hezaran kesî di vê pevajoyê da canê xwe dan.” Karasû di axaftina xwe de komplo wek, “tiştekî bê zagonî ye” pênase kir û got: “Di vê komployê de gelemperiya cîhanê cih girt, bûn yek û xwestin di şexsê Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd tine bikin.”

Her wiha Karasû bal kişand ser çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û got: “Ji bo komplo bi ser nekeve, bi sedan keç û xortên Kurdistanê, dayik û bavan canê xwe dan ber agir û gotin, kes nikare roja me tarî bike.” Karasû di axaftina xwe de diyar kir ku gel dibêje heta Ocalan azad nebe wê berxwedana xwe bidomîne. Karasû herî dawî ev peyam da: “Heta ku Rêber Apo azad nebe, gelê Kurd jî azad nabe.”

Kesên di civînê de jî komplo şermezar kirin û daxwazên xwe yên azadiya Ocalan a fizîkî dubare kirin.

Di civînê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” û “Bila Bimre Îxanet” hatin gotin. Civîn herî dawî bi pirs û bersivan ve bi dawî bû.

...