Komploya navneteweyî bi girseyî tê protestokirin
Li gelek navendan komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat şermezarkirin.
Li gelek navendan komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat şermezarkirin.
Li gelek navendan komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat şermezarkirin. Di çalakiya Amedê de Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Baluken axivî û diyar kir ku tecîrda ji aliyê AKP'ê ve li hemberî Ocalan xistiye dewreyê berdewamiya komployê ye. Di çalakiya Licê de jî Hevserokê DBP'ê yê Licê Murat Atagun got komployê vîna Ocalan azadiyê neşikand û berxwedana Îmraliyê di şexsê Ocalan de gelê Kurd qezenc kir.
AMED
Li Amedê bi armanca şermezarkirina salvegera destpêka komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li ber avahiya DBP'ê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de parlamenterên HDP'ê yên Amedê Îdrîs Baluken, Îmam Taşçier, Ziya Pîr û Edîp Berk, rêxistinên HDP-DBP'ê yên Amedê, Hevşaredarên Bajarê mezin ên Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak, gelek welatî tevlî bûn. Di daxuyaniyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK'ê hat hilgirtin. Di daxuyaniyê de bi sedan welatî amade bûn. Li ser navê girseyê Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek daxuyaniya çapemeniyê xwend.
'BI PARADÎGMAYÊN OCALAN, KOMPLO VALA HAT DERXISTIN'
Şîmşek bi lêv kir ku komploya ku hatiye lidarxistin, ne tenê li ser şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: "Di şexsê Birêz Ocalan de li hemberî gelê Kurdistanê ev komplo hatiye lidarxistin. Dixwazin gelê Kurd bê rêber, bê nasname û bê statû bihêlin. Li hember paradigmayên ku Birêz Ocalan pêş xistine komplo vala hat derxistin."
'OCALAN BI PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK JI GELAN RE BÛ HÊVÎ'
Piştî daxuyaniyê, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken axivî. Baluken destnîşan kir ku komploya ku hatiye destpêkirin di şexsê Ocalan de, li ser gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya gelê Rojhilata Navîn pêk hatiye. Baluken got ku bi têkoşîna Rêberê Gelê Kurd a 17 salan, komplo vala hat derxistin. Baluken, anî ziman ku di pêvajoya demên dawî de, polîtîkayên hevparê komploya navneteweyî ti fêdeyê ji gelê Rojhilata Navîn re nayîne û wiha got: "Lê projeya Rêberê Gelê Kurd a netewa demokratîk, ji gelê Rojhilata Navîn re buye hêvî û ji aliyê gel ve xwedî derketinek pêk hatiye."
'DIVÊ HER KES DENG BIDE DENGÊ OCALAN'
Baluken bilêv kir ku tecrîda ku ji aliyê AKP'ê li ser Ocalan hatiye destpêkirin, berdewama komploya navnetewî ye. Baluken axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi îradeyek mezin Rêberê PKK'ê ev komplo vala derxistiye. Divê hemû gelê aşitîxwaz û demokrat deng bidin dengê Ocalan. Em piştgirî didin biryara KCK'ê ya ku di rojên pêş de bi raya giştî ve bê parvekirin."
Li navçeya Çinarê jî bi heman armancê daxuyanî hat dayîn. Li navçeya Licê jî bi heman armancê meş hat lidarxistin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Licê Murat Atagun diyar kir ku komployê vîna Ocalan azadiyê neşikand û berxwedana Îmraliyê di şexsê Ocalan de gelê Kurd qezenc kir.
WAN
Li Wanê jî bi heman armancê DBP, HDP û saziyên sivîl xwestin meşekê li dar bixin lê meş ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsên bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan rê girtin û destûr nedan girse bimeşe. Welatiyan li dijî astengiyê dirûşmên, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bersiv dan astengiya polîsan. Li ser vê yekê welatiyan li Parka Dabbaoglu daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê girseyê endamê TUYAD-DER'ê Çetîn Uyar daxuyanî xwend da zanîn ku wan nekarî bi komployê planê xwe yê li ser Kurdan pêk bînin û komplo vala hat derxistin.
Li navçeyên Elbak û Serayê yên Wanê ji bi heman armancê meş û daxuyanî hatin lidarxistin. Li navçeya Elbakê ya Wanê girseya li ber avahiya DBP'ê hat cem hev bi pankart û wêneyên Hacî Lokman Bîrlîk ê ku li Şirnexê hat qetilkirin heya Kolana Kadîr Saruhan meşiyan. Di meşê de dirûşmên, "Bijî Serok Apo" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor" hatin berzkirin. Piştî meşê Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Elbakê Senar Yeşîlirmak daxuyanî xwend û xwest ku demildest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.
Li navçeya Serayê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Serayê Hîlmî Aydinay daxuyanî xwend û diyar kir ku ew komploya navneteweyî bi tundî şermezar dikin.
COLEMÊRG
Rêxistina DBP'ê ya Colemêrgê jî bi heman armancê meş li dar xist. Parlamenterên HDP'ê Nîhat Akdogan û Abdullah Zeydan, Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildizi û Nazim Çoşkun, ÎHD, MEYA-DAR, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û pankarta "Komploya navneteweyî ya li diji Kurdan û rêbertî em şermezar kirin" hat vekirin. Piştî meşê Parlamenterê HDP'ê Nîhat Akdogan axivî û diyar kir ku ji bo zextên li ser Kurdan pêk tînin rêbaz guherîn û didomin û wiha got: "Ji ber ku Kurdan deng nedan wan hewl didin me tine bikin. Em ê komploya wan vala derxin."
SÊRT
Li Sêrtê jî bi heman armancê daxuyanî hat dayîn. Li gel Parlamentera HDP'ê Hatîce Sevîptekîn gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka DBP'ê ya navçeya navendî Meryem Tirpan komplo şermezar kir.
ŞIRNEX
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi hezaran welatî ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê 1998'an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. Li gel qedexeya derketina kolanê ya Walîtiya Şirnex jî gelê Silopiya ji serê sibê ji bo meşa şermezarkirinê amadekariyên xwe kirin û danê nîvro li tevayî bajêr welatî bi meşê ber bi avahiya HDP'ê ve meşiyan. Bi hezaran welatiyên li taxên Şehîd Harûn û Zagrosê ber bi taxên Herekol û Zapê ve meşiyan. Piştî ku bi hezaran welatî gehiştin taxa Nûhê li gel parlamenterên HDP'ê yên Şirnex Aycan Îrmez, Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu, hevşaredarên Silopî, hevserok û rêveberên HDP/DBP'ê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên ku li ser, "Em komploya 9'ê Cotmehê şermezar dikin. Em ê bi xwerêveberiyan komployê vala derxin" û "An azadî an azadî" hilgirtin û bi berzkirina dirûşmên, "Bijî Serok Apo" , "Bê Serok jiyan nabe" ber bi avahiya HDP'ê meşiyan.
Piştî ku bi hezaran welatî gehiştin ber avahiya HDP'ê welatiyan ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêzgirtin pêk anîn. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Xwerêveberiya Silopiya Hasan Atak got ku gelê Kurd bi berxwedanê nîşan da ku ti hêz nikare roja gelê Kurd tarî bike û ev tişt bi lêv kirin; "Rêber Apo bi xwe, bi tevgera xwe û gelê xwe li ber xwe da û komplo vala derxist. Divê ji îro pêde gelê me bi berxwedana xwe ji bo azadiya Ocalan têbikoşe û heya Ocalan azad nebe ne raweste."
Piştî Atak Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Faysal Sariyildiz jî diyar kir ku piştî berxwedana li hember qedexekirina derketina kolanê ew îro jî bi ruhekî fedaî û şoreşgerî komploya 9'ê Cotmehê şermezar dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir; "Beriya niha 17 salan xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd teslîm bigirin. Xwestin îradeya gelekî û hemû hesreta Rojhilata Navîn a azadiyê bifetisînin. Lê gelê Kurd ji wê rojê heya îro dîlgirtina Rêber Apo qebûl nekir. Ji ber ku em mafdar in her diçe em bi ser dikevin û dijminê mirovahiyê têk diçin."
Sayiyildiz herî dawî got ku dijminên mirovahiyê weke marê birîndar têk çûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Her çi qas dixwazin êrîşên hovane bikin jî em ê li ber xwe bidin. Em destûrê nadin ku ew zarokên me qetil bikin. Bila dagirker, dijminên gelê me baş bizanin eger ji bo azadiyek bi rûmet hebin em amade ne lê eger vê yekê qebûl nekin vaye gelê me û berxwedan."
Piştî axaftina Sayiyildiz gel bi çepik û tilîliyan belav bû.
Li navçeya Cizîrê jî bi heman armancê daxuyanî hat dayîn.