Komkujî li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê wê bê lanetkirin

Komkujiya li dijî ciwanên SGDF’î yên ku ji bo xebata avakirina Kobanê çûn Pirsûsê pêk hat, li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê wê bi çalakiyan bê protestokirin.

Komkujiya li dijî ciwanên SGDF’î yên ji bo xebata avakirina Kobanê çûn Pirsûsê pêk hat, li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê wê bi çalakiyan bê protestokirin.

Bi pêşengiya DBP’a Amedê bi armanca şermezarkirina êrîşa bombeyî ya li Pirsûsê pêk hatiye, wê meşek pêk bê. Meşa ku wê bi pêşengiya DBP’ê pêk bê, HDP, KCD, KJA û saziyên li bajar wê beşdar bin. Saet di 18.00’an de wê girse li ber avahiya DBP’ê bê cem hev û berbi KCD’ê ve meşekê pêk bînin.

LI ENQEREYÊ MEŞ

Partiya Sosyalîst Bindest (ESP) li Enqereyê jî bi armanca teqîna ku li baxçeyê Navenda Çanda Amara ku 300 ciwanên endamên Federasyona KOmeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bûn, pêk hat şermezar bikin wê berbi avahiya AKP’ê ve meşekê pêk bînin. Çalakgerên li ber avahiya Navensa ESP’ê wê bên cem hev saet di 18.00’an de wê bimeşin avahiya AKP’ê.

LI DORTMUNDÊ WÊ BÊ PROTESTO KIRIN

Li bajarê Dortmund a Elmanyayê îro saet di 17’an de wê êrîş bê şermezarkirin. Çalakî wê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rozerîn ve pêk bê û ji ber Reîngoldkîrche wê dest pê bike. Kurdên Dortmund û derdorê wê beşdarî çalakiyê bibin.