Komîteya Ziman a KCK’ê roja Roja Ziman a Cîhanê pîroz kir
Komîteya Ziman a KCK’ê roja Roja Ziman a Cîhanê pîroz kir
Komîteya Ziman a KCK’ê roja Roja Ziman a Cîhanê pîroz kir
Komîteya Ziman û Perwerdeya Kurdî ya KCK’ê bi wesîleya 21’ê sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da. Komîteya ziman a KCK’ê diyar kir ku wekê tê zanîn 21’ê Sibatê, di cîhanê de ji aliyê hemû neteweyan ve wekî roja zimanê dayikê tê pîrozkirin û bîranîn û got: “Em jî vê rojê di serî de li Rêber Apo û hemû dayikên Kurd, li hemû dayikên êş û cefakişandî yên ji hemû neteweyan in pîroz dikin.”
Komîteya Ziman û Perwerdeya Kurdî ya KCK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “ Di gerdûnê de çawa ku stêrkêk bi şewqa xwe digihîne her goşeyê gerdûnê, ev şewq li hin cihan dibe ronahî dora xwe ronî dike û li hin cihan jî dibe germahî, quwet û hêzê dide derdora xwe. Cîhana me jî hemû şewqa xwe ji roja me digire. Ev şewq, wexta ku li cîhana me dide dibe ronahî, dibe germahî, tovê jiyanê direşîne cîhanê. Yanî jiyana hemû afirîndeyên li cîhanê dijîn bi vê şewqa rojê re girêdayî ye. Çawa ku bi giştî ji bo jiyana li cîhanê bi vî şiklî ye, şewqa rojê evqas jiyanî ye. Zimanê dayikê jî ji bo mirov, civak û netewan ewqas girîng e. Mijara zimanê dayikê û girîngiya wê ne tenê hema ji ber ku kêrî jihevfêmkirin û borandina jiyana rojane tê. Çawa ku hemû jiyana li cîhanê hemû ronahî, germahî, yanî bi kurtahî hemû quweta xwe ya jiyanî bi riya şewqê ji rojê digire; mirov, civak an jî netewe, dîrok û çand û zanist û hwd. Her tiştê xwe yê ku civakbûnê çêdike bi riya zimanê dayikê fêr dibe. Çawa ku darek bi rayên xwe, xwe bi erdê ve digire û li hemberî ba û bahozên giran, li dijî hişkesaliyên kujêr di kûrahiyên axê de ji xwe re ava jiyanê peyda dike. Zimanê dayikê jî roja îro ya mirov, civak û neteweyekê bi dîrokê ve girê dide. Mirov an jî civakek tenê dikare bi mîrateya berxwedanê yê ku ji dîrokê, ji çanda xwe ya dîrokî û civakî fêr bûye li beranberê hemû zor û zehmetiyên modernîteya kapîtalîst bisekine. Ew amûra ku vê têkîliyê çêdike, yanî ew amûra ku mirov, civak pê çanda xwe ya dîrokî, exlaqî fêr dibe, yanî pê dibe civakî û asta xwe ya civakbûnê pêş dixe jî zimanê dayikê ye. “
CIVAK ŞIKLÊ HEBÛNA MIROVE
Komîteyê diyar kir ku beriya deh salan Rêberê gelê Kurd analîzek pêş xistibû; ‘civak, şiklê hebûna mirov e’ û wiha pê de çû: “Maneyeke vê analîzê ew e ku; afirîndeyê ku jê re mirov tê gotin derveyê civakî, civakbûnê nikare jiyana xwe bidomîne. Wekî tê zanîn di zimanê Kurdî de “civak” tê maneya kom an jî civata mirovan. Lê ev pênase bi tena serê xwe tu kom an jî civatên zindiyan, heta ev zindî mirov jî be, nake civak. Eger bi şiklê komî jiyan domandinê civakek biafirandana divê me ji refên qulingan re, ji keriyê guran re an jî ji awayê jiyana moriyan re bigotana civaka kulingan, civaka guran an jî civaka moriyan. Ji ber ku di van kom û gruban de ew rastiya ku tenê li gel kom û civatên mirovan heye, ew rastiya ku em jê re çand, dîrok, exlaq û hwd. dibêjin tineye. Vayê ev rastî, ev realîteya ku ferqê dixe navbera komê mirov û sewalan û mirov dike civak, zimanê dayikê ye. “
KOMKUJIYA ÇANDÎ JI KOMARÊ DE DIDOME
KCK’ê wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê ye ku hemû sîstemên dagirker û bi taybet jî dewleta Tirk a dagirker, giranî didin xebatên asîmilekirina zimanê dayikê. Bi taybet piştî ku serhildanên serdema komarê dest pê kirin, bi qanûna bi navê “tedrîbî tedrîsat” ê zimanê Kurdî li hemû saziyên perwerdeyê hatin qedexekirin. Heya roja me ya îro jî ev qetlîama çandî wekî ku şidlek bi rayên xwe ve ji erdê tê kişandin û zuhakirin, tê domandin. tenê di van pêvajoyên dawî dewleta Tirk a dagirker ku êdî nikare wekî berê li ber têkoşîna gel bisekine, ji bo xirakirinê û ji eslê wê dûrxistinê û li dijî civakê bikaranînê hin helwest pêş dixe. Vekirina TRT 6, di kanalên TV’yan de serbestiya bi zimanê Kurdî çend saetan weşan kirinê û hwd. Wekî hemû gelê me dizanê helwestên bi vî awayî ku zimanê Kurdî ji dîrok, çand, exlaq, huner û rastiya welêt dûr digirin dest tenê ji bo xapandinê ne. Ji derveyê vê ti maneya TRT 6’ê, qursên zimanê Kurdî, weşanên di TV’yan de tine ye. “
Komîteyê daxuyanî wiha berdewam kir: “Çawa ku mirov biçe dareke çinarê an jî dareke guzê ya bi hezaran sal ji erdê bi rayên wê ve (zimanê dayikê) derxê û wekî laşekî biavêje naverastê û bi ser de jî îdîa bike ku ji bo jiyana darê me ev kar kiriye, ev helwesta me bê mane û bi mirina darê encam bide, ev helwestên dewletê yên li jor navê wan derbas dibe jî bê mane û ji bo tevkujiya çandî ne. Ziman, û bi taybet jî zamanê Kurdî yê ku ji dîrok, çand, exlaq, polîtîka, hunerê civakî hatiye dûrxistin, ji rastiya Kurdistanê hatiye bê parkirin Kurdî jî be, kêrî civakbûna, netewebûna demokratîk nayê tenê dikare bikeve xizmeta modernîteya Kapîtalîst a AKP’ê.”
BILA HEMÛ GELÊ KURD BI HÊZA XWE TEVLI ÇALAKIYAN BIBIN
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Di vê çarçoveyê de em dibêjin ji bo ku zimanê Kurdî tenê bibe zimanê neteweya demokratîk em, hewl bidin û em derfet û rê nedin ku Kurdî bibe amûreke sîstema dagirker a rojane. Bi taybet em hemû gelê Kurd vexwendiyê vê rojê bi ti saziyên sîstema dagirker re danûstandin neke, di hemû têkîliyên xwe yên civakî de bi hemû hêza xwe hewl bide ziman, çand û kevneşopiyên civakî yê Kurdî bide jiyîn.”