Komeleya Çanda Kurdan a Orebroyê yekemîn kongreya xwe pêk anî

Komeleya Çanda Kurdan a Orebroyê yekemîn kongreya xwe pêk anî

Kurdistaniyên li bajarê Orebro yê li Swêdê dijîn li hev civiyan û yekemîn kongreya komeleya xwe ya ku di mehên borî de hatibû avakirin pêk anîn.

Delegeyên kongreyê piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê axivîn  û pêşnetinên dawî yên li Kurdistan, Tirkiye û Swêdê nirxandin.  Hate diyarkirin ku rola diasporayê di pêşketinên li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de girîng e û hate destnîşankirin ku divê derbarê vê yekê de raya giştî ya Swêdê were agahdarkirin.

Her wiha, di kongreyê de peyam hate dayin ku ew ê xebatên ji bo kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” xurtir bikin û bang hate kirin ku ji bo Rojavayê Kurdistanê pêngavên berçav bên avêtin.

Di kongreyê de biryar hate dayin ku xebatên çandî û hunerî yên kurdî û kursên zimanê Kurdî bêne berfihrekirin.

Di encama hilbijartinên kongreyê de Ridvan Altun, Alî Gollo, Sozan Baransson, Mustefa Bêrtî, Nazli Yildiz û Fehmî Baransson bûn endamên rêveberiya komeleyê. Kesên hatin hilbijartin dê li hev bicivin û di nava xwe de peywirên xwe parve bikin.