Sekretera Şaxê Îzmîrê ya SES'ê Gulîstan Koçyîgît diyar kir ku şîdeta li hemberî xebatkarên tenduristiyê di dema dawî de zêde bûye û destnîşan kir ku sedema bingehîn a vê zêdebûnê sîstema tenduristiyê ya bi hikûmeta AKP'ê re dikare biguhere ye.
OZGUR AYDIN / ANF
ÎZMÎR
pêncşem, 16 tîrmehê 2015, 07:02
Sekretera Şaxê Îzmîrê ya SES'ê Gulîstan Koçyîgît diyar kir ku şîdeta li hemberî xebatkarên tenduristiyê di dema dawî de zêde bûye û destnîşan kir ku sedema bingehîn a vê zêdebûnê sîstema tenduristiyê ya bi hikûmeta AKP'ê re dikare biguhere ye.
Koçyîgît ji ANF'ê re peyivî û ragihand ku sîstema tenduristiyê ya ku desthilatdariya AKP'ê weke hêviyekê pêşkêşî civakê kir, di rastiya xwe de di nava civakê de rê li ber bêhêvî û bêtenduristiya vekiriye. Koçyîgît got, "Em hemû şahid in. Cewhera vê sîstemê 'têkiliya muşterî' yanî 'tîcaretxane' ye. Li nexweşxaneya têkiliya nexweş, xebatkarên tenduristiyê nîne. Nexweş, xwe mîna ku ketiye hundirê marketekê dibîne."
'MÛAYENE Û PEYDAKIRINA DERMANAN BÊ PERE, DEREWEKE MEZIN E'
Koçyîgît got, "Yên ku xwe li ser pirsgirêka peydanekirina dermanan û rêzên dirêj ên li pêş SGK ji nû ve ava kir û ji civakê re gotin ku ev hemû wê çareser bibin, dereweke mezin dikin" û ev xal destnîşan kir: "Ev gotin xapandineke pûç e. Îro mirov hîn bêhtir pereyan dide, hîn bêhtir serî li nexweşxaneyan didin û rastî hewldanên cerrahî tên. Sîstema tenduristiyê ketiye rewşeke ku mirov nikarin li nexweşxaneyan xizmeta tenduristiyê bibînin. Ev yek di nava mirovan de rê li ber hêrsa bêhêvîtiyê vedike. Eger hûn rabin ji xebatkarên tenduristiyê re bêjin 'tu çiqasî bixebite ez ê ewqasî pere bidim te' û vî pereyî jî bidin hekîman, encama vê jî wê xizmeteke ne baş a tenduristiyê be. Di encama vê de jî wê nexweş rehet nebe û di navbera nexweşxane û malê de her biçe û bê."
'NE PÊKANE EV SÎSTEM BÊ DEWAMKIRIN'
Koçyîgît anî ziman ku wan di destpêkê de jî diyar kirin ev sîstem şaş e, li dij derketine û destnîşan kir ku niha jî dibêjin ne pêkane ev sîstem bi vî rengî dewam bike. Koçyîgît da xuyakirin ku sîstema heyî bêhêvîtiyê dide civakê û divê tavilê were guhertin.
Koçyîgît got, "Karê sereke yê dewletê û xebatkarên tenduristiyê xizmetên tenduristiyê yên parastinê ye; yanî divê mirov hîn kêmtir karibin serî li nexweşxaneyê bidin. Lê belê di roja îro de sîstema heyî li ser 'hîn bêhtir biçe nexweşxaneyê, hîn bêhtir pereyan bide nexweşxaneyê' hatiye rûniştandin. Pareke biçûk a vî pereyî jî didin hekîman û bi vî rengî wan razî dikin ku di nava vê sîstemê de cih bigirin. Barê hemşîreyan hîn bêhtir giran dibe."
'PIRSGIRÊKÊN LI NEXWEŞXANEYÊ PIRSGIRÊKÊN SÎSTEMÊ NE, LÊ CIVAK VÊ BI VÎ RENGÎ FÊM NAKE'
Koçyîgît da zanîn ku pirsgirêkên xebatkarên tenduristiyê bandorê li civakê jî dikin û got, "Ev bêsîstemî bi awayekî bandorê li civakê jî dike. Di nava civakê de hişmendiya 'hûn muşterî ne, hûn mafdar in' heye. Di encama vê yekê de jî mirov dibêjin qey hemû pirsgirêkên sîstemê ji ber xebatkaran rû didin û ev jî dibe sedema şîdetê. Sedema barê ne pêwîst ên li nexweşxaneyan ne personelên tenduristiyê ne, sîstem bi xwe ye. Lê belê ji ber vê xebatkarên tenduristiyê rastî şîdet, sixêf û heqaretan tên."
'DIVÊ NÊZÎKATIYA BINGEHÎN, PARASTINA TENDURISTIYA MIROVAN BE'
Koçyîgît diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên xebatkarên tenduristiyê û nexweşan divê guhertinên ji binî ve werin kirin û got, "Divê hîn kêmtir cih ji polîtîkayên neo-lîberal re bê veqetandin. Pêwîste dewlet qebûl bike ku tenduristî mafekî bingehîn e û dest ji feraseta xwe ya tenduristiya bi per berde. Divê mirov karibin bi nasnameya xwe yan jî bêyî nasnameya xwe jî sûdê ji vî mafî werbigirin. Girîng e nêzîkatiya bingehîn ji bo parastina tenduristiya mirovan be."