KNK: Gelê me ji darvekirinê qet netirsiyaye û natirse
Konseya Rêveber a KNK’ê darvekirina 3 siyasetmedarên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve şermezar kir û got, “Gelê me ji zîndan, îşkence û îdamkirinê qet netirsiyaye û natirse.”
Konseya Rêveber a KNK’ê darvekirina 3 siyasetmedarên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve şermezar kir û got, “Gelê me ji zîndan, îşkence û îdamkirinê qet netirsiyaye û natirse.”
Konseya Rêveber a KNK’ê darvekirina 3 siyasetmedarên Kurd ji aliyê dewleta Îranê şermezar kir û got, “Zîndan, îşkence û îdamkirin reftar û mekanîzma desthilatên newêrek û faşîzm e. Gelê me ji zîndan, îşkence û îdamkirinê qet netirsiyaye û natirse.”
Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî darvekirina 3 siyasetmedarên Kurd Saman Nesîmî, Hebîbullah û birayê wî Elî Efşarî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KNK’ê dewleta Îranê şermezar kir û wiha got, “Gelê Kurdistan, li her cihekî hebin. Hemû mirovayetî. Dîsa destên bi qirêj û gemar ên dewleta Îslamî ya Îranê bi xwîna keç û kurên Kurdistanê sor bû. Kîn û dijminatî ya hovane ya siyaseta kevneperistî û dagirkerî ya xwe dubare kirin û genc û ciwanên me îdam kirin.
Di proses û dewletdariya rejîma Îslamî ya Îranê tenê kiryarên wiha yên li dij mirovahîyê tên bihîstin û encam dan. Girtin, zindanîkirin, îşkence, kuştin û îdamkirina mirovan tenê reftar û mekanîzma desthilatdarên tirsenoke. Lew dîsa dewleta şovenîst û kevneperest a Îranê li zîndana Ûrmiyê her du birayên çalakên siyasî Hebibula Efşarî û Elî Efşarî îdamkirin û deng û basên li sêdaredana Saman Nesîm ê 17 salî jî hene ku hatibe îdamkirin û sê çalakvanên din jî yên bi navên Sîrwan Nijawî, Îbrahîm Şapûrî û Yunis Aqat ku cezayê îdamkirinê li ser hatîne biryar girtin û çarenivîsa wan jî nexuyaye.
Ev heyama çend rojeka ne biryara sêdaredana wan bi cîhanê belav bibû û nerezayî ya bi giştî ya cîhanê û bi taybetî ya Kurd û Kurdistaniyan weke hewildan ji bo ku dewleta Îranê ji wê biryara xwe paşvegere hatibû agahdarkirin. Me wek KNK’êe jî ji bo raya giştî ya cîhanê daxuyaniyek belav kir. Kurd û Kurdistanî yên li cihanê jî li ber derî yên sefaret û wezaretên derve yên wan welatên lê dimînîn hewl dan kirin û ketine protesto kirin. Lê wek dibêjin berf sariya xwe nahêle, dewleta Îslamî ya Îranê jî nekarî guh bide mirovatî û dunyayê û pî li ser bendên mafên mirovan a civaka nevdewletî xist û weke koremarên li ser milê Zuhakê qedîm jehra xwe li ser giyanê genc û cewanên me rijand.
Wek me got, zîndan, îşkence û îdamkirin reftar û mekanîzma desthilatên newêrek û faşîzm e. Gelê me ji zîndan, îşkence û îdamkirinê qet netirsiyaye û natirse, ev bi dehan sal in dewletên dagirker bi zulma sed salan dixwazin me tine bikin, lê nekarîn û ti carî jî nikarin bi van reftaran rê li ber xebat û têkoşîna gelê me ya ji bo azadî û rizgarî ya Kurd û Kurdistanê bigre. Berevajî xebat û tekoşîna gelê me ya pîroz xurttir, mezintir û bi hêztir dibe. Arîşe û kêşeya kurdan li Rojhilatê Kurdistanê bi tirsandin û îdamkirinê bi dawî nayê. Belkî her tê û kûrtir û xebat û têkoşîn xurt û mezintir dibe.
Em wekKNK’ê dîsa dewleta Îranê û reftarên wê yên li dijî Kurd û Kurdistaniyan şermezar dikin. Daxwaz ji raya giştî ya cihanê dikin ku fişar û zextên cidî bidin ser dewleta Îranê û serederiyên diplomasî digel Îranê qut bikin û bi yasayên nevnetewî yên mafê mirovan ceza bikin.”