KNK’ê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ banga berxwedanê kir

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gelê Asûrî-Suryanî-Kildaniyan, bang li Kurdistaniyan kir ku parastina xelkê Mesîhî gelek bilez û aktîf bicih bînin û tehdîta li ser wan berteref bikin.

Konseya Rêveber a KNK’ê  têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gelê Asûrî-Suryanî-Kildaniyan, bang li Kurdistaniyan kir ku parastina xelkê Mesîhî gelek bilez û aktîf bicih bînin û tehdîta li ser wan berteref bikin.

Konseya Rêveber a KNK’ê der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Til Temir li hember  gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî daxuyaniyeke nivîskî weşand, ji bo parastina gelê gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî bang li gelê Kurdistan kir. KNK’ê got, “Ji van êrîşan careke din gelek aşkera dibe ku gef û gura DAIŞ’ê ya li ser Rojavaya Kurdistanê bi her awayî didome û divê dinya vê yekê bibîne û piştevaniya bi Kantonên Rojavaya Kurdistanê ve zêdetir bikin.”

KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir, jana Kobaniyê tûşî bedena DAIŞê bûye û bi nisaxiya harîtiyê ketiye û bi devê xwe yê bi gilîz êrîşên xwe yên hovane didomîne û got, “Derbê li Kobaniyê xwarî DAIŞ bi temamî har û hêc kiriye ku bêyî kontrol wekî mayînên serserî xwe li her derê dide. Piştî şkesta Kobaniyê berê xwe daye Kantona Cizîrê û ji aliyê Hesekiyê ve êrîşên xedar pêk tîne. Vê carê jî bi taybetî cih û warên Mesîhiyan bûne hedefa wan. Êrîşa herî mezin li navçeya Asûrî-Suryanî-Kildaniyan li Til Temir û dorberê kirin û heta niha nêzîkî 300 kes revandine û heta îro jî bêseraşûn in. Di van êrîşan da çendek leşkerên YPG-YPJ’ê yên Kurd û Asûrî-Suryanî-Kildanî di çeperên berxwedanê de şehîd bûne. DAIŞ cihê dikevê ji aliyê fizîkî ve jî kavil û wêran dike, îbadetxaneyan xera dike ku heta vê gavê du Dêr li Til Temirê sotine û hilweşandine.

Daxuyanî wiha didome:

“Gundên Asûrî-Suryanî-Kildanîyan yên li dora Çemê Xabûr li ber terora DAIŞ’ê ne û hinek hatine dagirkirin. Wehşeta DAIŞ’ê bi kuşt û kuştdariyê di dereceya herî bilind de ye. Gelek gundî jî ber bi Qamişlo ve terkî cih dibin ku xwe ji qetlîama DAIŞê xilas bikin.

Rewşa xelkê başûrê Kantona Cizîrê dijwar e û bi taybetî welatiyên Asûrî-Suryanî-Kildanî bi komkujiyeke mezin a DAIŞ’ê ve ve rû bi rû ne. YPG-YPJ û pêkve xelkê me çûne hawara xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî û beramberî DAIŞ’ê şerê man û nemanê didin.

Aqûbeta Asûrî-Suryanî-Kildanî û xelkên din ên ji teref DAIŞ’ê ve hatîne revandin jî meçhûl e û gava pratîka DAIŞ’ê tê ber çav xuya dibe ku ew jî li ber rêza kuştinê ne. Eve rewşeke gelek trajîk e ku bi serê xelkê Mesîhî hatî. Ji van êrîşan careke din gelek aşkera dibe ku gef û gura DAIŞ’ê ya li ser Rojavaya Kurdistanê bi her awayî didome û divê dinya vê yekê bibîne û piştevaniya bi Kantonên Rojavaya Kurdistanê ve zêdetir bikin.

BANGAWAZÎ

KNK bangî Kurdistaniyan dike ku parastina xelkê Mesîhî gelek bilez û aktîf bicih bînin û tehdîta li ser wan berteref bikin. KNK her wiha bangî dinyaya humanîter û demokrat û her wisa Vatîkan û Merkezên Dînî li dinyayê dike ku her bi çi rengî be bêne hawara xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî û temamî xelkên li Rojavaya Kurdistanê. Terora DAIŞ’ê ya sojer berdewam e û ev agire heke neyê temirandin wê navçeyê bike cehenem ku têra xwe jî bûye.

DAIŞ digel qetlîama mirovî, ked û renca hunerî û kulturî ya hizar salî ya navçeyê jî wêran dike. Mûzeya Nînovayê (Mûsilê) li ber çavan e ku ew zengîniya dîrokî çawa hate kavil kirin.

Şerê beramberî DAIŞ’ê, parastina hemû mirovahî û berhemên mirovahiyê ye. Di serî de xelkê Rojavaya Kurdistanê û her wisa xelkê Başûra Kurdistanê jî, anku pêkve Kurdistanî bi hemû netewe, dîn û dînza û baweriyên xwe yên cuda ve di vî çeperê parastinê de dijî DAIŞ’ê berxwedaneke paye bilind didin."