KJA: Em berxwedana li Çamlihemşînê ji Godernê silav dikin

Meclîsa Ekolojiyê ya KJA’yê ji bo berxwedanên Rêya Kesk û Geliyê Godernê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku bi polîtîkayên tên meşandin xweza tê tinekirin û gel koçber dibe.

Meclîsa Ekolojiyê ya KJA’yê ji bo berxwedanên Rêya Kesk û Geliyê Godernê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku bi polîtîkayên tên meşandin xweza tê tinekirin û gel koçber dibe.

KJA’yê da zanîn ku hemû bendav û HES, polîtîkayên ji bo tinekirina xweza, dîrok û çandê ye û destnîşan kir ku ev proje koçberiyê li ser mirovan ferz dikin.

'WÊ XWEZA BÊ TINEKIRIN'

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Li Derya Reş jî heman polîtîka tên meşandin. Projeya GAP’ê dişibe projeya Rêya Kesk a DAKOP’ê (Projeya Derya Reş). Projeya Rêya Kesk qaşo ji bo pêşketina tûrîzma zozanan pêk tê û ji Artvînê heta Samsûnê zozanên 8 bajaran dikin yek û tê pêşniyarkirin ku rêya 2600 km bê çêkirin. Lê zozanên Derya Reş hîna xwezabûna xwe winda nekirin û bi hezaran cureyên sewal û nebatan lê hene. Yên hatine serdana herêmê jî ji ber rê tinebûne bi lingan çûne û li wir geriyane. Derewa ku Tûrîzm wê herêmê pêş ve bibe, wek li Kurdistanê, li Derya Reş jî bi salane didome. Bi vê re hewl didin pereyan qezenc bikin û xwezayê tine  bikin. Di salên bihurî de Zozanên Çamlihemşîn Ayder ji aliyê tûrîzmê ve navdar bûne û bi otobusan serdan çêbûn, restoran hatin vekirin. Vê jî bandorek neyînî li xwezayê kir. 

Zozan bi van projeyan re ji bo rantê tê vekirin û piştre jî bi îhtîmaleke mezin pêşiya çêkirina HES’ê li vir bê vekirin. Hemû zindiyên xwezayê wê bên tinekirin."

'GEL WÊ KOÇBER BE'

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku tevî vê bendava li Farqînê tê çêkirin jî wê Geliyê Godernê di bin avê de bihêle û gelê herêmê wê ji ber neçariyê koç bike.  Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Hemû cureyên biyo ku di alî dîrok û ekolojiyê de girîng in wê bên tinekirin. Hemû mirov û zindî wê ji warê xwe bibin."

'TÊKOŞÎNEK MEZIN PÊWISTE'

KJA’yê di berdewamiyê de got: "Ev proje encama tahakuma mirovahiyê ya ji bo xwezayê ye. divê nêrîna ekolojî di asta hemû mirovahiyê de derkeve hişmendiyê û veguhere têkoşînek piralî. Hewcedarî bi têkoşînek pir alî heye. Em ê di nava têkoşînê de bin. Em berxwedana dayika Havva ya li Çamlihemşînê ji Godernê silav dikin."