Kişanak û Anli spasî kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli wergirtina Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê ji bo Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê bi kêfxweşî pêşwazî kirin û spasiya her kesê ku keda wan tê de hebûye kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli wergirtina Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê ji bo Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê bi kêfxweşî pêşwazî kirin û spasiya her kesê ku keda wan tê de hebûye kirin. Hevşaredaran got, "ji niha pê ve divê ji bo parastin, pêşxistina binesaziya turîzmê û li gorî reseniya wê restorekirina wê dest bidin destê hev." Biryar li Amedê bi kelecan hate pêşwazîkirin.

Sûrên Amedê ku bi nivîs û kitabeyên serê remza bajêr e û wek muzeyeke vekirî ye bi 5 hezar û 700 metre dirêjî û 12 metre bilindiya xwe dîrokeke dirêj li pey xwe hiştiye, li gel Baxçeyên Hewselê ku cihekî 700 hektarî digirin û bi hezaran salan e bajêr xwedî dikin wek "Mîrateya Cîhanê" hatin çespandin, ev biryar li bajêr bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.  

Bi vê biryarê re Hevşaredaran Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyaniyeke kin da û her kesê ku keda wan tê de heye spasiya wan kirin.

Hevşaredaran dan xuyakirin ku Şaredarî, walîtî, wezareta çandê û hemû alî ji bo vê yekê bi hevkarî xebitîn û got, "di civînê de nûnerên hemû welatan yek bi yek axivîn û xwest ku Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê wek mîrateya cîhanê bêne çespandin."

Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli, bal kişand ser girîngiya vê biryarê û da zanîn ku bi vê re berpirsyariya wan girantir bûye. Hevşaredaran destnîşan kirin ku Sûr û Baxçeyên Hewselê mîrateya mirovahiyê ne û got,"em ê hewl bidin vê mîrateyê ji bo siberojê veguhêzin." Hevşaredaran diyar kirin ku ew ê ji vir û pê ve li ser restorekirina li ser binemayê reseniya wê, parastin û ji bo aboriya bajêr bisekinin û gotin, "Divê Sûr li gorî reseniya xwe bêne restorekirin. Ev bajêr li ber çavên cîhanê ye divê binesaziya wê ya turîzmê bê bipêşxistin. Ev biryar ji bo geşbûna aboriyeke li ser esasê turîzmê gelekî girîng e."