‘Kesên duh Qurana Kerîm di destê wan de îro mizgeftan xera dikin’

Sîbel Yîgîtalp diyar kir ku wê hesabên êrîşên hêzên leşker û polîsan ên li hember îbadetgehan û şehîdgehên Licê bipirsin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp di vekirina Mala Gel a Taxa Mevlana Halît a ji aliyê Şaredariya Baglarê hate avakirin de axivî û diyar kir ku wê hesabên êrîşên hêzên leşker û polîsan ên li hember îbadetgehan û şehîdgehên Licê, bipirsin. Axaftina xwe wiha domand: “Kesên duh Qurana Kerîm di destê wan de li Amedê siyaset dikirin, îro îbadetgehan bomberdûman dikin. Wek gel, em ê ti carî vê efû nekin.”

Şaredariya Baglarê piştî avakirina Mala Gel a Taxa Mevlana Halît temam kir, ji bo xizmetê ji gel re vekir. Ji bo vekirina mala gel a li nav Parka MTA ya Taxa Mevlana Halît, Parlamenterên Amedê yên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Îmam Taşçier, Rêveberên Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Navçeyê, Alîkarên Hevşaredarên Baglarê û gelek kes tevlî bûn. Berî vekirinê Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Baglarê Ramazan Dazlak axivî û diyar kir ku wek gel tiştê ku di vê pêvajoyê de ji bo wan pêwîst, malên gel in û got: “Di vê pêvajoyê de ji ber saziyek wisa vekirine, em spasiyên xwe ji Şaredariya Baglarê re pêşkêş dikin.”

Alîkarê Hevşaredarê Baglarê Adnan Akgul jî diyar kir ku xwedîderketina li malên gel ên li taxan tên vekirin, bi qasî xwedîderketina welat girîng e û got, ji bo gel karibe pirsgirêkên xwe di cihê xwe de çareser bike, mala gel vekirine.

‘EM Ê HESABÊ ÊRÎŞÊN LI HEMBER ÎBADETGEHAN Û ŞEHÎDGEHAN BIPIRSIN’

Piştre Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp axivî û bal kişand ku desthilatiya siyasî ti polîtîkayên demokratîk pêş naxe. Yîgîtalp destnîşan kir ku ji bo gelên Tirkiye wê di xweseriya demokratîk de bi israr bin û wiha berdewam kir: “Ev mala gel a ku em dikin vekirina wê bikin jî ji ber vê girîng e.” Yîgîtalp bibîr xist ku hêzên AKP’ê dixwazin kesên mirî careke din jî bikujin û got: “Hê duh şehîdgehên me yên Licê bomberdûman kirin. Îbadetgehên li wê qadê parçe parçe kirin. Kesên duh Qurana Kerîm di destê wan li Amedê siyaset dikirin, îro îbadetgehan bomberdûman dikin. Wek gel, em ê ti carî vê efû nekin û em ê hesabê wê bipirsin.”

Piştî axaftinan, bi çepik û tilîliyan ve vekirina Mala Gel a Taxa Mevlana Halît kirin. Piştî vekirinê, wekîlan esnafên Taxa Mevlana Halît ziyaret kirin û pirsgirêkên wan guhdar kirin.