KCK'ê cejna Remezanê pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê cejna Remezanê li gelê Kurd û tevahiya cîhana Îslamê pîroz kir. KCK'ê bang li hemû Misilmanan kir ku li dijî faşîzma DAIŞ'ê têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê cejna Remezanê li gelê Kurd û tevahiya cîhana Îslamê pîroz kir. KCK'ê bang li hemû Misilmanan kir ku li dijî faşîzma DAIŞ'ê têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, cejna Remezanê ku yek ji rojên şahî-kêfxweşî, parvekirin û biratî-aramiyê yên Îslamê, ku tê wateya aştiyê, di serî de li gelê Kurd ê Misilman li tevahiya cîhana Îslamê pîroz kir. KCK, hêzên di bin navê Îslamê de îro li Rojhilata Navîn destekê didin faşîzma DAIŞ'ê bi tundî şermezar kir û bang li tevahiya cîhana Misilman kir, ku li dijî dijminên mirovahî-ol û Îslamê, têbikoş e.

KCK'ê got, "Di rojên cejnê de ku nîşaneya aramî û bereketê ye, gefa qiririnê ya mirovên ji rê derketine û ji xwe re dibêjin Misilman, ji Şengalê heta Kobanê, ji Kerkûkê heta Amedê, ji Hesekê heta Roboskî di jiyana rojane de dewam dike" û ev xal hat destnîşankirin: "Ji ber vê yekê, di roja îro de çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê û yên destekê didin wan, Misilman an ne Misilman êrîşî hemû Kurdên li bawerî û nasnameya xwe xwedî derdikevin, dikin. Lewma Kurd mîna duh îro jî ji bo karibe aştiyeke rasteqîn bijî yan jî ji bo xwe bigihînin rewşeke aram, ji bilî parastina xwe ti alternatîfeke xwe nîne. Ji ber ku cejn di heman demê de navê xwedîderketina li nasnameya xwe û jiyaneke bi rûmet e. Ji xwe çavkaniya pîrozmendiya cejnan jî ev e."

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Kurd û cîhana Îslamê, di van rojên ezîz-pîroz de, navê xwe çi dibe bila bibe di bin hovîtiya çeteyên faşîst ên ku bi ti awayekî eleqeya xwe bi Misilmantiyê re nîne û yên wan xwedî dikin, êşeke mezin dikişînin. Her roj bi mîlyonan Misilman, Xiristiyan, Êzidî, Elewî, Şîa yan jî mirovên herêmê yên ji bawerî û nasnameyên din, cih û warên xwe diterikînin. Êrîşên çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê jî di roja îro de vê travmayê bi awayekî giran tîne serê gelên herêmê.

Her wiha di van rojên cejnê de bi kûrkirina nakokiyên mezhebî yên cîhana Misilman re tê xwestin bawermend bi hev bikevin. Ya ku bi awayekî vekirî hewl tê dayîn li Iraq, Yemen û Sûriyeyê bê afirandin, ev e. Ev rewş, mîna hemû cejnan li dijî ruhê vê roja pîroz e. Ji ber ku cejn tê wateya yekîtî, biratî û aramiyê. Cejn, di nava parvekirina wekhev de, bêyî heramzadeyê tê wateya jiyaneke bi rûmet a wekhev û bi vîn. Ji xwe yên bê rûmet, yên bawerî û nasnameya xwe bi awayekî azad najîn, mafê xwe nîne cejnan pîroz bikin. 

Di van rojên Remezanê de, cîhana Misilman bi êrîşeke xaçparêz a mirovên ji rê derketine û ji xwe re dibêjin Misilman re rû bi rû ye. Li dijî van êrîşan Kurd mîna rojên Medîne yên Hz Mûhammed li dijî Ebû Sufyan û li hemberî Xaçperestan mîna Selahaddîn Eyyûbî li pêş Qûdisê ala têkoşînê li dijî dijminê mirovahiyê li ba didin. Serketinên li çar parçeyên Kurdistanê li dijî Xaçperestên nû DAIŞ'ê û destekdarên van çeteyan tên bidestxistin, di heman demê de ji bo cîhana Misilman diyariya cejnên rasteqîn in.

Ji ber vê yekê di vê cejna Remezanê de em bang li tevahiya cîhana Misilman dikin ku li dijî faşîzma DAIŞ'ê têkoşîneke hevpar bimeşîne. Em hêvîdar in ku ev cejna Remezanê li dijî şerên mezheban bibe wesîleya xurtbûna ruhê yekîtiyê. Li ser vê bingehê em cejna Remezanê li tevahiya cîhana Îslamê careke din pîroz dikin."