KCD-E: Li dora azadiya Ocalan em hêza xwe bikin yek
Hevserokatiya KCD-E, di serî de gelê Kurd, bang li tevayî hêzên alîgirên azadî û demokrasiyê kir ku li dora azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêza xwe bikin yek.
Hevserokatiya KCD-E, di serî de gelê Kurd, bang li tevayî hêzên alîgirên azadî û demokrasiyê kir ku li dora azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêza xwe bikin yek.
Hevserokatiya KCD-E, di serî de gelê Kurd, bang li tevayî hêzên alîgirên azadî û demokrasiyê kir ku li derdora azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêza xwe bikin yek.
Hevserokatiya KCD-E ya daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku faşîzma Komara Tirkiyeyê 17 sal in, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hember gelê Kurd di nav hîseke dijmintî de tecrîd di nav tecrîdê de pêk tîne, AKP’ya bi taybet esareta Ocalan wek amûrekî şantajê bi kar tîne exlaqê siyaset, polîtîka û şer kiriye rewşeke neyê naskirin.
Hevserokatiya KCD-E got: “Felsefeya Rêber Apo îro ji bo Kurdistan, Tirkiye û tevayî gelên Rojhilatê Navîn bûye hêviya azadî û demokrasiyê. Xweseriya demokratîk a di şexsê Kurdistana Rojava de ket pratîkê û hatina gel hev a HDP’ê bi gelan re, îspat kiriye ku li Tirkiye û Kurdistanê xeyalên azadî û demokrasiyê mimkun e.”
Hevserokatiya KCD-E diyar kir ku dîsa îro li hember barbariya DAIŞ’ê ji bo parastina gelên mezlûm ên Rojhilata Navîn, di pêşengiya jin û ciwanên egîd ên gelê Kurd ku bedena xwe dikin mertal, hewldana konfederalîzma Rojhilata Navîn a Ocalan ji Rojhilata Navîn pêş xistiye di serî de dewleta Tirk dewletên mêtinkar tirsandiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku AKP’ê bi tecrîdê peyama israra di berdewamkirina polîtîkayên tinekirin, înkar û dîktatoriyê daye û got: “Gelê Kurd qonaxa ku hatiyê, destketiyên xwe yên bi berdêlên giranbuha bi dest xist û têkoşîna xwe ya ji cîhan û raya giştî bûye mal baş dizane ku deyndarê têkoşîna Rêber Apo ye. Pêwîst e AKP baş bizane ku, gelê Kurd li hemberî Rêbertiya xwe pir hesas e û divê tavilê dev ji vê polîtîkaya xwe ya şantajê û tolhildanê berde. 17 sal in ku TC tecrîdê weke mafekî ji xwe re dibîne, carinan hevdîtinên parêzer, heyet û malbatê weke xelatê nîşan dide û di nava hewldaneke zexel a ku rewşa dîlgirtinê rewa bike de ye.
Gelê Kurd ti carî fêrî rewşa dîl a Rêbertiya xwe nebûye û azadiya Rêber Apo weke deynekî rûmetî dizane. Di serî de gelê me em hemû hêzên alîgirên azadî û demokrasiyê vedixwînin ji bo li derdora pêngava Azadiya Rêber Apo de hêzên xwe bikin yek. Ji bo teşhîrkirina rûyê AKP’ê yê înkarker, tineker, faşîzan û raya giştî ya navneteweyî bi pêngava “Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye” re bixin nav tevgerê em her kesî li her derê Ewropayê vedixwînin çalakiyên demokratîk. Azadiya Rêber Apo deynê me yê rûmetê ye.”