KCD’ê ji bo Yaşar Kemal sersaxî xwest
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)'ê ji bo Yaşar Kemal ê îro jiyana xwe ji dest da peyameke sersaxiyê weşand.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)'ê ji bo Yaşar Kemal ê îro jiyana xwe ji dest da peyameke sersaxiyê weşand.
Daxuyaniya bi îmzeyên Hevserokên KCD’ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle wiha ye: “Me agahiya wefata Yaşar Kemal ê parêzvanê mafê mirovan ê demokrasî û gerdûnî, serokatiya Komeleya Nivîskarên PEN’ê kiriye û di temenekî biçûk de sosyalîzm nas kiriye bi xemgînî bihîst. Afirînerê Înce Memed, Yaşar Kemal ê di 92 saliya xwe de çavên xwe li jiyanê girt, bi hewldana ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd nîşan da, yek ji rewşenbîrên me yê bi qedr û qîmet ê destê xwe kiriye bin kevir. Di rojek wiha dîrokî ku hêviyên aştiyê di nav tevayî civakî de pêş ketiye, di serî ji malbata mirovê hêja Yaşar Kemal em ji tevayî gelên xwe re sebr û sersaxiyê dixwazin.”