KCD-E, ji bo Festîvala Mazlûm Dogan bang kir

KCD-E’yê ji bo Festîvala Mazlûm Dogan bang kir û her kes dawetî Parîsê kir.

KCD-E’yê ji bo Festîvala Mazlûm Dogan bang kir û her kes dawetî Parîsê kir.

Hevserokatiya KCD-E’yê ji bo 18. Festîvala Çand û Sporê ya Mazlûm Dogan a wê li Parîsê pêk bê, banga beşdarbûnê kir.

Di daxuyaniya nivîskî de ev bang hat kirin:

"Divê bi ruhê 14’ê Tebaxê beşdarî Festîvalê bibin. Festîvala Mazlûm Dogan a bi pêşengiya Ciwanên Azad ku ruhê xwe ji sembola berxwedanê Mazlûman Doganan digirin, pêk têk, nîşaneya dilsoziya armancên şehîd û nirxên berxwedanê yê gelê me ye. Ji bo ciwan ji modernîteya kapîtalîst bên rizgarkirin û li ser esasê modernîteya demokratîk a Rêber Apo pêşniyar kiriye rêxistinkirin bê kirin, Festîvala Mazlûm Dogan a ev 18 sal e bi ked û israrek mezin pêk tê, îsal bi şîara ‘xwedî derkeve’  wê di 18’ê Tîmrehê de destpê bike. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî festîvalê bibin û ruhê Mazlûm Doganan û yê Arîn Mîrxanan bikin yek.”