'Jiyana bi nirxên Îslamî re ji her demê bêhtir îro pêwîst e'

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê got, "Li dijî van çete û hêzên destekê didin wan, ku bi qasî Misilmanan di rojiya Remezanê de qetil bikin dijminê cewhera olê ne, jiyîna Îslameke li gorî çand û nirxên demokratîk ji her demê bêhtir îro pêwîst e."

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê der barê cejna Remezanê de daxuyaniyek weşand û got, "Li dijî van çeteyên ewçend bûne dijminê cewhera olê, ku di rojiya Remezanê de jî Misilmanan qetil dikin, jiyîna Îslameke li gorî çand û nirxên demokratîk, ji her demê bêhtir îro pêwîst e."

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Remezanê pîroz kir û diyar kir ku bi hêvî û bendewariyên nêrîn û hestên başî, rastî û bedewiyê re cejneke nû ya Remezanê destpê kiriye. Bi vê wesîleyê, cejna Remezanê di serî de li Misilmanên di meha rojiyê de bi duayên xwe re ji her kesî re başî, rastî û bedewî xwestin, li tevahiya alema Îslamê pîroz kir.

Komîteyê got, "Cejna piştî meha rojiyê ya ku herî zêde îbadet lê tê kirin, ji cejnên din bêhtir wezîfe û berpiryariya însanî tîne bîra mirovan. Em hêvîdarin ku çand û baweriya cejna Remezanê hîn bêhtir tevkariyê li çareseriya pirsgirêkên civakî, siyasî û aboriyê bike" û ev xal destnîşan kir: "Çanda piştgirî û edaleta civakî, hezkirin û nîşandan hurmetê ji hev re, dîtina her kesî mîna xwe, ku di nava hemû baweriyan de yên herî xurt in, hest û ramanên hevpar ên hemû cejnan e. Pêwîstiya herî zêde ya alema Îslamê ew e ku ev çand ne tenê di cejnan de, di her rojên jiyanê de bê jiyîn. Em bawerin ku ev hest û nêrînên di cejnan de derdikevin asta herî bilind, di jiyana civaka demokratîk de rewşa têkiliya serdest e. Ji ber vê yekê, weke Tevgera Azadiyê ay Kurdistanê em rastiya jiyana bi hev re ya biratiyê di bin sîwana neteweya demokratîk de, weke xeml û rewşa jiyana mîna cejnê pênase dikin. Pêkanîna vê armanca me li her qadê, ji exlaqa civakî ku di nava hemû bîr û baweriyan de heye, hêzê werdigire. Cejnên tên pîrozkirin nîşan didin ku ev exlaqiya civakî çavkaniyeke bexwedanê ya çiqasî xurt e."

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê diyar kir ku rojên cejnê yên dostanî, nasî, cîrantî û exlaqiyê tîne bîra mirovan û dibe sedem ku mirov rexnedayîna xwe bikin, çandeke piştgirî û parvekirinê ya jênevegere û got, "Em di wê baweriyê de ne ku fermana exlaqî ya çanda cejnê ji bo her mirovî; ji holê rakirina xizanî û hewcedarbûyînê ye. Em hêvîdarin ku cejna Remezanê ya îsal jî bi xurtî ji vê re bibe wesîle. Em dixwazin diyar bikin ku mirovên di pêkanîna vê exlaqiyê de îmana xwe bi cih anîne û rojî girtine, wê ji her kesî bêhtir bikevin binê barê berpirsyariyê. Ji bo jiyan û cîhaneke ji van nirxên exlaqî yên civakî, em bi taybetî bang li Misilmanên bi îmanê dijîn dikin ku bi munasebeta cejna Remezanê, hîn bêhtir destekê bidin têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ku li ser bingeha van pîvanên civakî dimeşe. Em di wê baweriyê de ne ku her Misilmanê durust wê di vê têkoşînê de, li dijî zaliman, derewkaran, durûyan û yên mal û milkên xwe mezin dikin û mirovan xizan dikin, weke Ebûzer sekneke tund û zelal nîşan bidin."

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê destnîşan kir ku piştgiriya ji bo Kurdên di nava alema Îslamê de yekane gelê nasname û statuya xwe ya siyasî tê înkarkirin, destekkirina Kurdên ji bo mafê xwe li ber xwe dide, li gorî çanda pîrozkirina cejnê ye û bi vî rengî dewam kir: "Mîna ku înkarkirina Kurdan ji aliyê desthilatdarên ji xwe re dibêjin Misilan in têrê nake, bi rêvebirin û desteka heman hêzên înkarê re, gelê Kurd ev du sal in li êrîşa çeteya bi navê DAIŞ'ê rast tê. Ev çeteya ku bi desteka van hêzan di nava meha Remezanê de li Kobanê komkujî kir, nehiştiye ku Kurdên piraniya wan Misilman in, îbadeta xwe bikin. Li dijî van çete û hêzên destekê didin wan, ku bi qasî Misilmanan di rojiya Remezanê de qetil bikin dijminê cewhera olê ne, jiyîna Îslameke li gorî çand û nirxên demokratîk ji her demê bêhtir îro pêwîst e. Lewma pîrozkirina cejna Remezanê bi hest û daxwazên ji bo bilindkirina têkoşîna li dijî van çete û destekdarên wan ên olê bi kar tînin, wê helwesta rast be. Ola Îslamê, mîna ku peymana Medîneyê nîşan dide oleke ji aliyê çanda demokrasî û edaletê ve gelekî xurt e. Em hêvîdar in ku ev cejn wê bibe wesîle ku demokrasiya li Medîneyê weke rêveberiya bingehîn hat meşandin, li tevahiya erdnîgariya Îslamê weke nêrîneke pêwîst a jêneveger bê dîtin. Pêwîstiya me pê heye ku em cejnan veguherînên afirandina çandeke ku hemû pirsgirêkên di navbera civatên Misilman de bi muzakere û aştiyê re tên çareserkirin. Ji ber vê yekê, em bawerin ku di nava hemû nasnameyen bawerî û etnîkî de hevparbûyîna li gorî ruhê peymana Medîne, çareseriya bi hev re ya hemû pirsgirêkan, ji feraseta heyî bêhtir Îslamî ye. Bi wesîleya vê cejnê re em dixwazin careke din bibîr bixînin, ku gelê Kurd di nava jiyaneke bi vî rengî de bi avakirina jiyaneke neteweya demokratîk û jiyîna b nirxên çandî û demokratîk re divê ji alema Îslamê re pêşengiyê bike."

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê got, "Li ser vê bingehê, em cejna Remezanê di serî de li Misilmanên Kurdistanî yên dest ji başiyê bernedane û bi pejirandina nûra xwedatiya bedewiyê re rojî girtine, li tevahiya Misilmanan pîroz dikin. Em hêvîdarin ku ev cejn ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêma me bi rêyên demokratîk û avakirina biratiya gel û baweriyan, bibe wesîleya xêrên mezin."