Ji Yekîtiya Ewropayê ji bo avabûna Kobanê destek

Yekîtiya Ewropayê ji bo konferansa navneteweyî ya ji bo avakirina Kobanê ya li Parlamentoya Ewropayê pêk tê, nûner şand konferansê û peyama desteka vekirî da. Komên siyasî yên Parlamentoyê jî ji bo avabûna Kobanê desteka xwe anîn ziman.

Konferansa ku serokê parlamentoya Ewropayê Martîn Schulz jêre malovanî kir, bi eleqeyek mezin destpê kir. Ji welatên cuda yên Ewropayê bi dehan nûnerên saziyên civaka sivîl û parlamenter beşdar bûn.

Hemû komên siyasî yên parlamentoya Ewropayê beşdarî konferansê bûn û desteka xwe îfade kirin.

Konferansa bi sernavê ‘Ji bo ji nû ve avabûna Kobanê seferberiya navneteweyî’ bi peyama bi dîmen a serokê parlamentoya Ewropayê Martîn Schulz destpê kir.

Sefîrê Sûriyeyê yê ji beşa Rojhilata Navîn a Serwîsa Çalakiya Derve ya Ewropayê Vassîlîs Bontosoglou ku li ser navê Yekîtiya Ewropayê beşdarî konferansê bû, têkildarî rewşa Kobanê de bersiva Yekîtiya Ewropayê girt.

Bontosoglou diyar kir ku Kobanê di meha Çile de rizgar bûye û bi destekek  bi sînor a navneteweyî parastina bajar tê kirin.

Sefîrê Sûriyeyê da zanîn ku Kobanê li dijî zilm û terorîzma DAIŞ’ê bûye sembola berxwedanê û wiha got: “Divê em ji bo kesên di vê dozê de  berdêl dane serî bitewînin. Çareseriya pirsgirêkê bi tenê çalakiya leşkerî ne mumkune.Yekîtiya Ewropayê di desteka xwe ya ji bo Suriyeyî û cînarên Sûriyeyê yên di bin bandora şer de mane, bi biryare. Yekîtiya Ewropayê ji bo Kobaniyên ku destpêkê hatine Tirkiyeyê biryara alîkariya 3.9 mîlyon euro girt. Divê Tirkiye alîkariyê bide penaberên Kobanê. Ji bo alîkariya tibbî vekirina sînor, girînge.”

BONTOSOGLOU: EV PEYAMA VEKIRÎ YA YE’YÊ YE

Bontosoglou êrîşên li dijî Kobanê nîşan da û got ewlehî û parastin hîna di bin tehdîdê de ye û her wiha ji bo avakirina ji nû ve divê mayîn bên paqijkirin. Ji bo alîkariya Kobanê, Midûriyeta Giştî ya Karên Mirovahî ya Komîsyona Ewropayê çavkaniyên xwe xistiye tevgerê. Ev alîkarî wê bi îdareya herêmî ya Kobanê re bi koordîne bê kirin. Ev biryar ji bo jiyana li Kobanê û Sûriyeyê veguhere rewşa normal, peyameke vekirî ya Yekîtiya Ewropayê ye.” Her wiha Yekîtiya Ewropayê soza alîkariya aborî da.

MUSLÎM: EM Ê JI BO KOBANÊ BI HEV RE BIXEBITIN

Serokê Kantona Kobanê Enver Muslim jî têkildarî rewşa Kobanê de axivî. Muslim got: “Ji bo Kobanê gotin paytexta berxwedana global.  Wê niha bibe paytexta jiyanek nû. Ji bo vê jî divê em bi hev re bixebitin.”

Ji Koma Çep a Yekîtiya Ewropayê Marîe-Chrîstîne Vergîat ji bo avabûna ji nû ve ya Kobanê bang li civaka navneteweyî kir.

Endama Demokratên Xiristiyan a di Koma Partiya Gel a Ewropayê de cih digire,  Elenî Theocharous got: “Avabûna Kobanê ya sîmgeya azadiya Kurdane gelek girîng e. Yekîtiya Ewropayê ji bo Kobanê têr naxebite. Kurd ne tenê ji xwe ji bo hemû Ewropa û civaka navneteweyî şer dikin. Gelek belgeyên ku Tirkiye destekê dide DAIŞ’ê hene.  Divê Tirkiye li gorî rêgezên YE’yê tevbigere û li dijî mafan rêzdar be. Ez li ser navê Koma xwe ji bo avakirina Kobanê amade me.

JI 40’Î ZÊDETIR RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL DESTEK

Li ser navê komên din jî axaftin hatin kirin û peyamên destekê hatin dayîn. Di nava van de komên demokrat û tifaqa sosyalîst û tifaqa demokrat lîberal cih girtin.

Piştre Hevşaredarê Amedê Firat Anli, ji koma Mîmarên Lezgîn a Navneteweyî Eîc Levalaîne, rêxistina civaka sivîl a Katalonyayê CIEMEN’ê Antonî Luîs Trobat jî di nav de 40 nûnerên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

...