Ji SZK'ê ji bo mamosteyên Girkê Legê û Rimêlan civîn

Ji SZK'ê ji bo mamosteyên Girkê Legê û Rimêlan civîn

 Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca qonaxa nû û biryarên Saziya Perwereya Sûriyeyê civîn ji mamosteyên dibstanên fermî yên Rimêlan û Girgê Legê re li dar xist. Di civînê de Endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mihemed amede bû.

Sazaiya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca ku mamosteyên dibistanên fermî bi biryarên Saziya Perwerdeya Rêjîma Bass nekin û berê xwe bidin karê xwe. Bi amedebûna Endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mihemed civîn ji mamosteyên Girkê Legê û Rimêlan re li dar xistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir destpê kir. Piştre Endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mihemed axivî û got:''Biryarên ku Endamên Saziya Ziman  di dibistanên fermî de standin ku zimanê kurdî were dayin û zarokên gelê kurd fêrî zimanê xwe bibin, zimanê kurdî tu ziyanê naghjîne kesî, rêjîm tu biryar dirbarê zimanê kurdî de nestandiye, ji mafêmeye ku em perwerdeya zimanê kurdî destpêbikin ji ber ku gel bê ziman nabe gel''.

Her wiha Mihemed destnîşan kir ku dersên zimanê kurdî tu ziyanê nadin perwerdeya din yan madeyên din û dewam kir:''Pewerdeya bi kurdî ziyanê naghîjînin madeyên din, bera mamosteyên fermî li karê xwe dewam bikin  û xwe ji dibistan qutnekin û erkê yê netewî pêkbînin û guh li biryarên rêjîma Bass nekin'' Mihemed di dawiya axaftina xwe de dazanîn ku îmkana wan heye ku valatiya mamosteyan dagirin û got'' Em dikarin mamosteyên ku zaningehê dixwînin bixin dewrê de û karê dibistanan dewam bikin''.

Piştî Mihemed Mamoste Şêrzad Îbrahîm axivî û bal kişand ku biryarên Saziya Perwerdeyê ya Sûriyeyê nahêle ku ew li mal rûnê û got:''Ev  2 meh in ku ez perwerdeya zimanê kurdî li dibistanên fermî didim, nehajî ez madeyên din bi gelek kesên din ku hatine valatiya mamosteyan dagrin re didim''.