Ji Şaredariya Êlihê li dijî şewata li zeviyan bang

Alîkarê Hevşaredarên Êlihê Nasir Taş bal kişand ser şewata pirêze ya di demên dawî de zêde bûye û bang li saziyên pêwendîdar kir, k bi berpirsyariya xwe rabin.

Alîkarê Hevşaredarên Êlihê Nasir Taş bal kişand ser şewata pirêze ya di demên dawî de zêde bûye û bang li saziyên pêwendîdar kir, k bi berpirsyariya xwe rabin.

Alîkarê Hevşaredarên Êlihê Nasir Taş, der barê şewata rojên dawî yên pirêze û tedbîrên werin girtin de hişyarî da û diyar kir ku saziyên li Êliyê xwedî rêxistinên arkujiyê ne, di dema van şewatan de bersivê bidin Midûriyeta Arkujiyê ya Şaredariyê.

Taş bibîr xist ku di nava meha dawî de li gelemperiya bajêr 210 caran şewat li zeviyan rû daye û got, "Şewata pirêze ku mîna gelek herêmên welatê me li Êlihê jî bi taybetî di navbera mehên Hezîran-Tîrmehê de rû didin, rewşa fîzîkî, kîmyewî û biyolojîk a axê xera dike ku ev yek çavkaniya bingehîn a hilberîna çandiniyê ye. Her wiha hewayê gemarî dike ku bandoreke neyînî li jiyana mirovan dike, şewatên li qiraxa rêyên bejahî dibin sedema rûdana qezayên trafîkê û xeteriya şewata daristanan zêdetir dikin...Li ser îxbarên li Midûriyeta Arkujiyê tên kirin, ekîbên me carna neçar dimînin di heman demê de dest li şewatên li 4-5 cihê cuda werbidin."

Taş da xuyakirin ku ev şewat gelek caran bi erdê genim ê nehatiye çinîn dikeve û rê li ber zerareke mezin a bi mîlyonan lîreyî vedike. Taş got, "Weke rêxistina arkujiyê ya Şaredariya Êlihê, ji bo vemirandina van şewatan, em neçar dimînin bi hemû maşîn û personelên xwe bikevin nava tevgerê. Ji ber vê yekê, carna di destwerdana li şewatên li nava bajêr ên di heman demê de rû didin, em zehmetiyan dikişînin. Saziyên li Êlihê xwedî ekîbên arkujiyê ne (TPAO, TUPRAŞ, Îdareya Taybet a Bajêr, Midûriyeta Daristanan) li gorî protokolê divê di dema van şewatan de bersivê bidin pêwîstiyên Midûriyeta me ya Arkujiyê. Bi vî rengî divê bi berpirsyariya xwe rabin."