Ji Şaredariya Bornovayê li hemberî karkerên paqijiyê mobbîng!
Şaredariya Bornovayê, xebatkarên di beşa paqijiyê de dixebitin, bi sîstema naskirina rû re ketin û derketina wan kontrol dike. Karker dibêjin ev pêkanîn zexta psîkolojîk li wan dike û dixwazin tavilê bê rakirin.
OZGUR AYDIN / ANF
ÎZMÎR
sêşem, 7 tîrmehê 2015, 07:06
Şaredariya Bornovayê, xebatkarên di beşa paqijiyê de dixebitin, bi sîstema naskirina rû re ketin û derketina wan kontrol dike. Karker dibêjin ev pêkanîn zexta psîkolojîk li wan dike û dixwazin tavilê bê rakirin.
Şaredariya Bornova ya Îzmîrê, beriya 6 mehan, bi hinceta dîsîplîna ketin û derketina personel, entegrasyon û pêkanîna herikîna agahiyan, li cihê karkerên paqijiyê yên Cihê Bazara Girtî ya Navendî ya Bornova dicivin û qadên şantiyeya paqijiyê, sîstema naskirina rû, bicih kir. Her karkerên ku sibehê û êvarê ji ê sîstemê re derbas dibin, her wiha xwedî kodeke hejmarî ne. Karkerên ku tevahiya rojê ji aliyê çawiş û şefan ve tên kontrolkirin, di wê baweriyê de ne ku sîstem ji bo ragirtina wan a di bin kontrolê de ye.
Sîstema naskirina rû, ku tê plankirin li yekîneyên din jî were bicihkirin, beriya niha ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ve di ketin û derketinê de ji bo ceribandinê hatibû bikaranîn. Sendîkayên ku hingî nerazîbûn nîşanî sîstemê dan, bi sedema ku ev pêkanîn wê li hemberî xebatkaran mobbîng be, nerazîbûn nîşanî Şaredariya Bajarê Mezin dabûn.
ŞAREDARÎ JI RÊVEBERIYA DEMOKRATÎK DÛR KET
Pispor dibêjin xwendina rû, parçeyek ji yekparetiya bedenê ye û bi taybetmendiya xwe ya diyarkirina şexis re agahiyên şexsî nîşan dide. Pispor destnîşa dikin u ev pekanîn li dijî Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan e. Ev pêkanîna ku di heman demê de li dijî pîvana Şaredarvaniya Civakî ye, weke helwdana Şaredariya Bornova ya dûrketina ji rêveberiya demokratîk tê nirxandin.
'LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ YE'
H.D. ê 10 sal in li Beşa Paqijiyê ya ji 465 karkeran dixebite got, "Pêkanînek ne hewce ye. Bi rewşa me ya taybet re eleqedar dibe. Yên behsa şaredarvaniya civakî dikin, vê pêkanînê ji nedîtî ve tên. Bila di destpêkê de taşeron ji holê rakin ku em ji gotinên wan bawer bikin. Ev sîstem li dijî rûmeta mirovahiyê ye."
'DIVÊ ŞAREDARVANIYA LI VÊ DERÊ WERE LÊPIRSÎN'
C.A. yê 2 sal in li beşa melkesê dixebite anî ziman ku keda tê dayîn nayê dîtin û got, "Ji xwe di dema herî germ a nava rojê de em li kolanan dixebitin. Bi ti awyekî behsa berdêla keda me nayê kirin. Di ser re rabûn ev pêkanîn derxistin. Tevahiya rojê çawiş ji xwe me dişopînin. Ev sîstem li girtîgehan jî nayê bikaranîn. Divê şaredarvaniya li vê derê were lêpirsîn. Em li dijî vê pêkanîna kêfî ne."
'ZEXTA PSÎKOLOJÎK'
F.T. ê di beşa Karê Paqijiyê de ajokar e, diyar kir ku wan beriya niha di civînand e mijar xistine rojevê lê belê encamek jê negirtine û got, "Dibêjin ji bo kontrolkirina me sîstem bicih kirine. Ev sîstem beriya niha li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê hat ceribandin, lê rastî nerazîbûnan hat. Çima li vê derê kesek dengê xwe li dij dernaxîne? Gelo ev li feraseta şaredarvaniya civakî tê? Ev sîstema ku wê li qadên din ên xebatê were bikaranîn, ji bilî zexta psîkolojîk ne tiştek e."