Ji KNK'ê peyama Cejna Qurbanê
KNK'ê bi gotina, "Bi hêvî û baweriya ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe, li welatê xwe yê azad pîroz bike" Cejna Qurbanê li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir.

Bi wesîleya Cejna Qurbanê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) peyamek weşand û got, "Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li Bakur û li Rojavayê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Heman zext û asîmîlasyon li Rojhilat jî berdewamin. Li Başûr jî pirsgirêk zêde ne û êrîşên dijminan jî didomin."
Peyama KNK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Mixabin di pîrozkirina Cejna Qurbanê de, sosret ew e ku yên êrîşî dajon ser gelê me jî, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe serokên-rêberên misilmanan didin nişandan. Her wiha fitwayên xirab û bê binî di mizgeftan de li hember gelê me têne dayîn. Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televîzyonan û bi derewan bêjin 'misilmanên qenc û xêrxwaz em in' û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin bidin vaşartin.
Bêguman li her çar perçeyan û her derê gelê me, êdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşineke neteweyî ya demokratîk a hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û têkoşerên xwe dike.
Em bi hêvî û baweriya ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe, li welatê xwe yê azad pîroz bike.
Bi vê munasenetê em cejna Qurbanê, di sêrî de li girtiyên azadiyê, li hemî şervanên azadiyê yên li Bakur, li Rojava, li Rojhilat, li Başûr û li hemî cepheyan berxwedana bêhempa dikin û yên li seranserê Kurdistanê nobeda azadiyê digirin, li gelê Kurdistanê û li alema Îslamê pîroz dikin."