Ji Kişanak û Roters daxuyaniya hevpar

Şaredarê Bajarê Mezin ê Kolnê Jurgen Roter û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak li Şaredariya Kolnê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar dan.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê hevdîtinên xwe yên li Elmanyayê didomîne. Kişanak a ji bo tevlî 39’emîn civîna Komîteya Mîrateya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) a 4’ê Tîrmehê bibe hat Elmanyayê, îro jî bi Şaredarê Bajarê Mezin a Kolnê Jurgen Roters re ji bo projeya dibistanê ya wê li Kobanê bê çêkirin daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar dan.

Kişanak a ji bo piştgiriya ji kampanyaya em li Kobanê dibistanekê ava bikin a Saziya Alîkariya ji Zarokan re ya Mezopotamya û TUDAY’ê îro tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku axaftina destpê kir, tevayî sazî û dezgehên siyasî yên ev kampanya organîze kirine spas kir.

Kişanak got ku kampanyaya em li Kobanê dibistanekê ava bikin a Şaredariya Bajarê Mezin a Kolnê daye destpêkirin pir bi wate dibînin û diyar kir wê ev kampanya ji bo gelê me yê li Kobanê moralek mezin be.

Şaredarê Bajarê Mezin a Kolnê Jurgen Roters jî anî ziman ku ji ber her du şaredarî ji bo armanceke hevpar hatine cem hevdu bi wate û erênî dibîne û got: “Ji bo şaredarî û rayedarên din jî tevlî vê kampanyayê bibin em ê hevdîtinan bikin. Kobanê bûye sembola berxwedanê. Ji ber vê baweriya min a em ê ji bo çêkirina dibistanê piştgiriya madî peyda bikin tam e.”  

...