Ji KCK'ê daxuyaniya Yas-i Mûharrem
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê, bi wesîleya bidawîbûna rojiya Yas-i Mûharrem daxuyaniyek weşand.
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê, bi wesîleya bidawîbûna rojiya Yas-i Mûharrem daxuyaniyek weşand.
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê, bi wesîleya bidawîbûna rojiya Yas-i Mûharrem daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Em hêvîdar in ku rojiya duwazdeh îmaman a hemû canên ku şehîdên Kerbelayê bibîr tînin, bibe wesîleya xilasiya ji hemû nebaşiyan, ji şer û zindîbûna maf, aştî û biratiyê."
Di daxuyaniyê de bang li tevahiya civata Elewiyan hat kirin, ku rêxistinbûyîna xwe xurt bike, hîn bêhtir tevkariyê li têkoşîna aştî û demokrasiyê bike û hat gotin, "Berxwedana Kerbelayê ku xaleke girîng a kevneşopiya berxwedana li dijî zilm û neheqiya li mirovahiyê ye, di roja îro de jî ji bo maf, edalet, biratî, parvekirin û aştiyê hêzê dide hemû gelan."
KCK'ê got, "Di serî de canên Elewî, em her kesên ji bo maf û azadiyan serî li ber zilmê rakirine, bi hest û nêrînên Huseyînî silav dikin."
KCK'ê da xuyakirin, ku pîvana Yas-i Mûharrem a ku yek ji pîroztirîn rojên baweriya Elewî-reyaheq e, watedar dike; hêza xwe çi dibe bila bibe, berxwedana li hemberî zaliman e û got, "Pîrozmendiya berxwedana Kerbelayê, dijderketina li qesr, sûltan, mal, milk û zaliman e. Mezinahî û dîrokîbûna berxwedana Kerbela, tevgera bi pîvana Îmam Huseyîn a di got, 'Li şûna jiyaneke bêrûmet a sed salan, jiyana bi rûmet a rojekê çêtir e' ye. Li pêşberî vê seknê, zalim kukjer e, yên cenazeyên şehîdan teşhîr dikin û cihên pîroz hildiweşînin, barbar in. Û ev şer û têkoşîn îro jî bi heman rengî dewam dike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di rojên îro de jî li Kurdistan, Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn bûyerên nû yên mîna Kerbelayê diqewimin û hat destnîşankirin, ku çeteyên DAIŞ'ê yên ku nifşê Yezît didomîne û dijminatiyê li hemû gelan dikin, bi desteka Erdogan û AKP'ê, herî dawî li Enqereyê li hemberî welatparêz û demokratên Kurdistanî û Tirkiyeyî komkujiyek kirin.
KCK'ê diyar kir ku xeta Yezît xeta zalim e û bawerî, îman û neteweyê zaliman nîne û destnîşan kir ku zalim dijminê maf û Xwedê ye ku ji bo berjewendiyên xwe, ol, bawerî û nasnameya etnîkî bi kar tîne.
KCK'ê got, "Nîşaneya herî li pêş çavan a vê yekê îro Serokkomarê Tirk Erdogan û hikûmeta AKP'ê ye. Vana di meha Mûharremê de malên cem ên Elewiyan, mizgeftên Misilmanan bombe kirin, goristan xera kirin û mirî bi erdê re kaş kirin. Zalimtiya beriya sedan salan li Kerbelayê hat kirin, îro bi vî rengî tê dewam kirin. Divê em ji bîr nekin, ku Yezît zalimekî îşkence li miriyan dike ye. Her wiha çeteyên destekê ji AKP'ê dibînin, bi komkujiyên Kobanê, Şengal, Pirsûs û Enqereyê re zilma li deşta Kerbelayê careke din xist bîra mirovan. Li dijî vê nifşa Yezît, di serî de civata Elewî divê her kesên li dijî zaliman e, xwedî li mîrateya Îmam Huseyîn derkevin û sekna Huseyînî li her derê nîşan bidin. Bi vê wesîleyê em bang li Elewiyan dikin ku li dora têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bicivin, ku ev tevger pêşeniyê ji sekna roja îro ya Huseyînî re dike. Dîsa bi wesîleya 1'ê Mijdarê em bang li hemû Elewiyan û dildarên azadî û demokrasiyê yên bi bîranîna şehîdan û meşa aştiyê ve dilsoz in dikin, ku dengê xwe bidin HDP'ê û tevkariyê li têkoşîna aştiyê bikin."