Ji KCD’ê bo çalakiyên 21’ê Sibatê piştgirî
Ji KCD’ê bo çalakiyên 21’ê Sibatê piştgirî
Ji KCD’ê bo çalakiyên 21’ê Sibatê piştgirî
Kongreya Cîvaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê zikmakî yê Cîhanê daxuyaniyek da. KCD’ê diyar kir ku Îsal ji bo pîrozkirina 21’ê Sibatê ew wek KCD’ê piştgiriyê didin çalakiyên ziman yên saziyên kurd û hemû gelê xwe vexwendiyê çalakiyan dikin.
KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ziman nasnameya neteweyekê ye û heke zimanê neteweyekê ji destê wê were girtin, hebûna wê jî pê re tê girtin. KCD’ê wiha got: “ Li ser rûyê erdê gelek netewe hene û hemû jî bi zar û zimanê xwe dijîn. Bi tevahî li cîhanê nêzî 5 hezar ziman hene. Hinek ziman hene ku bi milyonan kes pê diaxivin hinek ziman hene ku tenê malbatek pê diaxive. Hebûna van zimanan ji bo mirovahiyê tê wateya dewlemendiyê. Kurd weke neteweyekê xwediyê zimanekî kevn û dewlemend in. Li cîhanê di rêza axaftina kesan de kurdî di rêza 32’emîn de ye. Ligel ku nêzî pêncî milyon axêverên vî zimanê dewlemend heye. Hê jî kurd nikarin bi vî zimanî bijîn û perwerde bibin. Li bakurê Kurdistanê nêzî 25 milyon kurd dijîn. Lê mixabin ku nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin û di warê fermî de vî zimanî bi kar bînin.”
AKP NEYARTIYA ZIMANÊ KURDÎ DIKE
KCD’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Hikûmeta AKP’ê ji bo zimanê tirkî pêşve bixe, her sal olîmpiyatên zimên li dar dixe û ji hemû neteweyên cîhanê zarokan tîne beşdarî olîmpiyata ziman dike. Bi wan sirûda xwe ya fermî dide xwendin. Hema hema li hemû welatên cîhanê di bin navê dibistanên tirkan de dibistanan vedike û li wan dibistanan tirkî fêrî zarokan dike. Lê di heman demê de neyartiyê bi zimanê kurdî re dike. Nade axaftin di warê fermî de û dixwaze tune bike. Alîkarê serokwezîrê hikûmeta AKP’ê ji bo vî zimanê kevn û dewlemend dibêje; ‘Ev ziman ne zimanê şaristaniyê ye.’ Zimanê kurdî yê ku li ser vê xakê digel hemû zilm û zordariyan xwe parastiye û ji dewlemendiya xwe tiştek wenda nekiriye ji alî dewleta tirk ve bi salan e tê pişaftin digel vê yekê her roj bêtir pêşve diçe û bêtir di nav jiyana rojane de tê bikaranîn.”
DEWLETA TIRK GELEK ZIMAN TUNE KIR
KCD’ê destnîşan kir ku dewleta tirk bi polîtîkaya xwe ya asîmilasyonê bû sedema têkçûn û tunebûna gelek zimanan li ser vê xakê û wiha got: “Hûn ji pomakan bigirin, heya çerkezan, ji lazan bigirin heya gurciyan gelek ziman tunebûn. Lê kurdî hê jî ji pê ye û dikare bi zimanê hemû serdestên cîhanê re bimeşe. Di hemû warên zanistî, felsefî û wêjeyî de ev ziman têra xwe dike. Pêşvebirina vî zimanî di dest gelê kurd de ye. Ev gel çiqas bi vî zimanî biaxive û di nav jiyana rojane de çiqas bi kar bîne ev ziman dê ewqas pêş bikeve. Wekî KCD daxwaza me ji gelê kurd ew e ku zimanê kurdî bikin zimanê xwe yê rojane û li sûk û kolanên Kurdistanê dengê kurdî bilind bikin. Lewre divê baş were zanîn ku têkçûna zimanê kurdî di heman demê têkçûna neteweya kurd e jî. Lewre ziman nasname û rûmeta neteweyê ye. Îsal ji bo pîrozkirina 21’ê sibatê em wekî KCD’ê piştgiriyê didin çalakiyên zimên yên saziyên kurd û hemû gelê xwe vedixwînin beşdarbûna van çalakiyan.”
Çalakiyên ku di derbarê roja zimanê zikmakî yê cîhanê de dê li dar bikevin ev in.
20’ê Sibatê resepsiyona roja zimanê zikmakî
21’ê Sibatê daxuyaniya çapemeniyê
23’yê Sibatê li qada Îstasyonê mîtîng