Ji hemû mirinên karker û jinan AKP berpirsyar e
Endamên KESK’ê li Manîsayê mirinên karkeran protesto kirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê ji mirinan berpirsyar e û banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.
Endamên KESK’ê li Manîsayê mirinên karkeran protesto kirin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê ji mirinan berpirsyar e û banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.
Endamên KESK’ê yên Îzmîr û Manîsayê, têkildarî komkujiya li navçeya Golmarmarayê ya Manîsayê ku 15 karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan, li pêşiya avahiya Egîtîm Sen Şaxa Salihlî daxuyanî dan. Di çalakiyê de Sekretera Jinan a Desteya Rêveber a Navendî ya KESK’ê Gulistan Atasoy, Sekretera Giştî ya Navenda Egîtîm Senê Elîf Çûhadar, jinên endamên Komeleya Mala Piştevaniyê û Çandê ya Jinê (BEKEV) tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên, “Em dixwazin wek mirovan bixebitin, wek mirovan bijîn”, “Jin Jiyan Azadî”, “Ne qeza ye cinayet e, berpirsyar hikûmet e” hatin gotin.
'POLÎTÎKAYÊN NEO-LÎBERAL MIRINÊ TÎNIN'
Sekretera Jinan a Desteya Rêveber a Navendî ya KESK’ê Gulistan Atasoy, diyar kir ku, her sal di karên çandiniya demsalî de mirin rû didin û ev ji ber polîtîkayên neo-lîberal ên di çandiniyê de pêk tên Atasoy wiha dewam kir, “Jin neçar dimînin ku du karan bikin û li aliyekî ji zilaman kêmtir pereyan digirin. Çawa di bazara mûçe de bê maf têne hiştin, gelek caran ev mûçeyê ku digirin jî ji aliyê zilaman ve tê desteserkirin. Karkerên jin ên çandiniya demsalî di rêyên koçberî û herêmên ku diçinê de rastî taciz, şîdet û destdirêjiya zilaman tên.”
‘HEMÛ BERPIRSYARÎ YA AKP’Ê YE’
Atasoy diyar kir ku hemû berpirsyariya mirinên jinan AKP’ê ye, berpirsyarên sereke ên cînayetên kar û jinan siyasetmedarên ku tedbîrên qanûnî nagirin.
Di çalakiyê de li hember komkujiyên rû didin banga pêşxistina têkoşînê hat kirin.