Ji HDP'ê ji bo Sennûr Sezer peyama sersaxiyê

HDP'ê, ji bo Sennûr Sezer a jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand.

Helbestvan, nivîskar, rojnamevan Sennûr Sezer danê vê sibehê jiyana xwe ji dest da. HDP'ê, ji bo Sennûr Sezer a jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand.

Di peyama bi îmzeya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de hat gotin: "Helbestvan, nivîskara girîng a cîhana nivîsê, nivîskara rojnameya Evrenselê Sennûr Sezer, me îro danê sibehê ji nişka ve winda kirin. Ji ber windahiya wê em gelekî xemgîn in. Ji ber vê windahiya em ne li bendê bûn û cihê wê nayê dagirtin, ji malbata wê, ji rojnameya Evrenselê, ji hemû dostan û gelan re sersaxiyê dixwazin."