Ji HDP'ê ji bo Gulşen Ulker peyama sersaxiyê

Hevserokên Giştî yên HDP'ê, ji bo Gulşen Ulker a jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşandin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê, ji bo Gulşen Ulker a jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşandin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, ji bu Gulşen Ulker peyama sersaxiyê weşandin.

Di peyamê de hat gotin, "Me, endama Partiya Demokratîk a Sosyalîst (SDP) û yek ji navên hêja yê civata weşangeriyê hevrêya xwe Gulşen Ulker Bîrdal winda kirin. Êşa me gelekî giran e. Di van rojên zor û zehmet de windakirina Ulker kesera me kûrtir dike. Di serî de Parlamenterê berê yê BDP'ê yê Amedê û Serokê Giştî yê berê yê ÎHD'ê hevrêyê me Birêz Akin Bîral, namzeta me ya parlamenteriyê ya rêza 2. a Herêma 1. a Enqereyê xwişka wê Birêz Gulsen Ulker, em ji hemû xizm û dostan re sersaxiyê dixwazin."