'Ji girtiyên zarok ên li Wanê re propagandaya DAIŞ’ê’ li meclîsê ye
Parlamenterê HDP’ê Aktaş, bal kişand ku ji zarokên girtî yên li Girtîgeha Wanê re propagandaya DAIŞ’ê tê kirin û mijar anî rojeva Meclîsê.
Parlamenterê HDP’ê Aktaş, bal kişand ku ji zarokên girtî yên li Girtîgeha Wanê re propagandaya DAIŞ’ê tê kirin û mijar anî rojeva Meclîsê.
Parlamenterê HDP’ê Aktaş, bal kişand ku ji zarokên girtî yên li Girtîgeha Wanê re propagandaya DAIŞ’ê tê kirin û mijar anî rojeva Meclîsê.
Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Kemal Aktaş têkildarî îdîayên ku tê gotin ji bo zarokên li Girtîgeha Wanê dimînin tevlî DAIŞ’ê bibin tên şîretkirin, pêşnûmepirsek da Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag.
Aktaş ê HDP'yî ew pirs ji Wezîr Bozdag pirsî:
"Têkildarî kiryarên xerab ên tên îdîakirin li Girtîgeha Sergirtî Tîpa M a Wanê pêk tên û di çapemeniyê de cih girtin, heta îro ti lêpirsîneke we vekiriye heye? Eger we vekiribe, rastiya wan îdîayan çi ye? Eger we venekiribe hûn difikirin vekin?
Li Girtîgeha Tîpa M a Sergirtî ya Wanê li gor cins, temen û komên sûc çend girtî û hikûmxwar hene? Hejmara personelan û li gor pîşeyan çend in?
Li Girtîgeha Tîpa M a Sergirtî ya Wanê çend kursên perwerdeyê hene? Kesên wek fêrkar tên wan kursan kî ne? Ev kes çawa tên diyarkirin? Çend girtî tevlî van kursan dibin?
Li Girtîgeha Tîpa M a Sergirtî ya Wanê, nûçeyên di çapemeniyê de ku tên gotin, kesên bi cube û kum di bin navê kursan de diçin girtîgehê ji bo zarok tevlî DAIŞ’ê bibin, propagandaya DAIŞ’ê tê kirin rast in? Ji bo lêkolînkirina vê xebateke ku hûn dimeşînin heye?
Li Girtîgeha Tîpa M a Sergirtî ya Wanê, agahiyên ku tên gotin, qawîş, lîvîn û alavên girtî bikar tînin di aliyê tenduristiyê de ne baş in rast in? Hûn difikirin van îdîayan lêpirsîn bikin?
Têkildarî zexta psîkolojîk, şidet û kiryarên xerab ên tên îdîakirin li Girtîgeha Tîpa M a Sergirtî ya Wanê, pêk tên çend caran gilî hatiye kirin? Têkildarî van giliyan we çi tedbîr girtin?”