Ji girtiyê nexweş Savaş Sonmez re azadî hat xwestin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbol di çalakiya xwe ya "Rûniştina F" de daxwaza azadiya Savaş Sonmez ê ji bo di xebatên înşayê ya Kobanê de cih bigire çûye Kobanê û di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbol di çalakiya xwe ya "Rûniştina F" de daxwaza azadiya Savaş Sonmez ê ji bo di xebatên înşayê ya Kobanê de cih bigire çûye Kobanê û di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û ji bo dermankirinê anîn Rihayê û piştre hat girtin kirin.

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya xwe ya "Rûniştina F" a hefteya 170'emîn li Qada Galatasarayê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên "Tecrîd dikuje, bila girtîgehên tîpa F bên girtin" û "Em naxwazin li girtîgehan mirin çêbibin, bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hatin vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin. Di çalakiyê de gelek dirûşmên têkildarî mijarê de hatin berzkirin. Di çalakiyê de azadiya girtiyê nexweş Savaş Sonmez ê li Girtîgeha Tîpa E ya Osmaniyeyê de dimîne xwestin. Endama Meclîsa HDP'ê Pinar Aydinlar jî tevlî çalakiyê bû û daxuyanî xwend. Aydinlar diyar kir ku her tiştê wijdanî û însanî ji aliyê pergalê ve hatiye destserkirin û wiha got: "Piştevanî û alîkarî xizmetê vê pergalê nake û ji ber ji wê re ti rantê nayne hemû rêyên astengkirinê pêk tîne. Tiştên li Kobanê jî hatin jiyîn mînaka vê yekê ya herî li ber çav e."

Aydinlar anî ziman ku ji kesên ji bo înşaya Kobanê çûn yek jî Savaş Sonmez bû. Aydinlar da zanîn ku Sonmez tevlî kampanyayên însanî yên ji bo Kobanê bû û di heman demê de tevlî xebatên înşaya bajar jî bû. Aydinlar bilêv kir ku Sonmez di serê meha Adarê de di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de bi giranî birîndar bû ji bo dermankirinê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û piştî emeliyatê bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Osmaniyeyê.

Aydinlar destnîşan kir ku Sonmez nêzî 4 mehin girtiye û piştî emeliyetê ti dermankirina wî nehat girtin û pirsgirêkên gelek cidî yên tendurîstiyê dijî. Aydinlar anî ziman ku divê tavilê Sonmez serbest bê berdan.