Ji FEDA'yê peyama Cejna Qurbanê
Desteya Pîran a Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna Qurbanê pîroz kir.
Desteya Pîran a Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna Qurbanê pîroz kir.
Desteya Pîran a Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna Qurbanê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku cejn, di nava hemû civakan de hesta aştî û biratiyê di nava mirovan de xurt dikin û tevkariyê li mezinbûna dostaniyê dikin.
FEDA'yê bibîr xist ku tevî vê cewhera cejnê jî, li Rojhilata Navîn şerên bê dawî yên di navbera civatên Misilamn de her dewam kirine û got, "Rewşeke aram a aştî û biratiyê, ku xwîn û rondik lê nabarin, her tim mîna hesretekê maye. Li erdnîgariya me, ku mirov weke qurban tên dıtin û bi xwînxwarî tên qetilkirin, em dibînin ku gelên mezlûm ji aliyê rêveberiyên zalim ve bi awayekî komî tên qurbankirin. Polîtîkayên kolekirina takekes û civakan, ku cihê xwe di ti ol û baweriyan de nîne, mixabin di vê sedsala 21'an de jî dewam dike."
FEDA'yê da xuyakirin ku tevî van hemû bûyer û qewimînan, yên welat û civakê bi rêbazên xespê bi rê ve dibin, bêyî li ber xwe bikevin bi gotinên Îslamî peyamên pîrozkirina cejnê diweşînin, behsa biratiyê kirin û got, "Di ser xwîna xwişk-birayan a li welatê me dirijînin, dixwazin rêveberiyên xwe yên nerewa bidomînin. Em van zaliman hewayelî hemû pîroziyan dikin û cejna qurbanê li her kesên li dijî zaliman disekinin, li hemû civakên mezlûm ji dil pîroz dikin û hêvîdarin ku wê bibe wesîleya afirandina pêşerojeke azad, aram û biratiyê."