Ji Demîrtaş banga 'xwedî li sindoqan derkevin'

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi rêya tevna civakî li ser hesabên Twitter û Facebook bersiv da pirsên hilbijêran. Demîrtaş ji bo xwedîderketina li sindoqan bang li her kesî kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi rêya tevna civakî li ser hesabên Twitter û Facebook bersiv da pirsên hilbijêran. Demîrtaş ji bo xwedîderketina li sindoqan bang li her kesî kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi rêya tevna civakî li ser hesabên Twitter û Facebook bersiv da pirsên hilbijêran. Bikarhênerên tevna civakî têkildarî polîtîka, xebatên hilbijartinan, aborî, bêkarî û gelek mijaran pirs ji Demîrtaş kirin.

PÊWÎST E HER KES XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVE

Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zextên li ser medyayê û got ku zext derveyî hiqûqê ne. Demîrtaş anî ziman ku HDP’ê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de encameke baş bi dest xistiye û got: "Bi van derfetan serketin ne hêsan e. Di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de me hemû derfetên xwe heta dawiyê bikar anîn. Tevî komkujiyan jî bê ku em heyecana xwe winda bikin, bêyî em hesretên xwe yên ji bo pêşeroyê reş bikin em xebitîn.”

Demîrtaş anî ziman ku ji hilbijartinan re 3 roj mane û wiha axivî: “Ez ji niha ve ji bo encamên hilbijartinan dibêjim ser xêrê be. Pêwîst e her kes a ji destê wan bike û xwedî li sindoqan derkevin.”

‘DI XEBATÊN HILBIJARTINAN DE ME HÊZ Û MORAL JI GELAN GIRT’

Demîrtaş diyar kir ku di xebatên hilbijartinan de hêz û moral ji gelan girtine, tevî ambargoya medyayê jî piştgiriya gel qezenc kirine û wê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî dîsa bi ser bikevin.

Demîrtaş destnîşan kir ku partiya wan bi baweriya bi xwe tevdigere û got: “Pirsgirêka HDP’ê ya derbasnekirina bendê nîne” Demîrtaş hişyariya pêwîst e kes hewl nede HDP di bin bendê de bihêle kir.