Ji CÎK'ê peyama Remezanê
CÎK'ê cejna Remezanê pîroz kir û got, "Gelê Kurdistanê û Misilmanên cîhanê ji bo parastina rûmeta ola Îslamê divê bi her awayî desteka madî û manewî bidin Kurdistaniyan bi taybetî jî Kurdên li Rojava."
CÎK'ê cejna Remezanê pîroz kir û got, "Gelê Kurdistanê û Misilmanên cîhanê ji bo parastina rûmeta ola Îslamê divê bi her awayî desteka madî û manewî bidin Kurdistaniyan bi taybetî jî Kurdên li Rojava."
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) cejna Remezanê pîroz kir û got, "Gelê Kurdistanê û Misilmanên cîhanê ji bo parastina rûmeta ola Îslamê divê bi her awayî desteka madî û manewî bidin Kurdistaniyan bi taybetî jî Kurdên li Rojava."
Daxuyaniya Civaka Îslamî ya Kurdistanê ya bi wesîleya cejna Remezanê hat weşandin bi vî rengî ye:
"Cejna we ya Remezanê pîroz be!...
Pêxemberê me bi xwe pêşengiya wekheviya nava mirovan û pêşxistina ruhê biratî û piştgiriyê kiriye. Meha Remezanê wê yekê ji nû ve di ruhê me de jîndar dike.
Quran a Kerîm ku bi emrê 'Bixwîne' destpê dike, di vê mehê de nazil bûye. Destpêka meha Remezanê rehmet, nîva wê mexfîret û dawiya wê jî ji dojehê azadî ye.
Pêxemberê me (s.a.v) di destpêkê de hemberî cehaletê têkoşiye. Bi ehlaq û îlmê rêya berxwedana hemberî zilm, neheqî û mêtingerî nîşanê mirovan daye.
Ji ber vê sedemê ye ku zalim ji sîstema dada îlahî tirsiyan û dest bi zilmê kirin. Ew zalim, zordar, talanker, bê ehlaq, diz û qatil bûn.
Qûran a Kerîm, ji bo bidawîanîna van neheqî û xerabiyan, ji bo avakirina nasname û kesayetiyê hate wehiykirin. Qûran a Kerîm, li hemberî pûtperestiyê yekbûna Xwedê, hemberî koledariyê azadî û hemberî zilmê jî serhildanê salix dide.
Ola Îslamê di nava sîstema xwe de yekpare ye. Misilmanekî salih jî, vê sîstemê di nava ruhê xwe de bicih dike. Tenê yên cahil ola îslamê ji tekbîr, henekî dûa, gotin û henekî tiştên şeklî îbaret dizanin.
Bi salan e gelê me li Kurdistanê di bin zilm û zordariyê de dijî. Zilmên ku Nemrûd û Fîrewnan li bawermendên wê demê nekirine, di vê demê de bi navê ‘dewletên misilman’ li ser kurdan tê meşandin. Bi dek û dolaban, bi tirs û zordarî ola îslamê li gorî berjewendiyên xwe bikar tînin. Alimên ku dijî vê derketin bi kuştin û girtinê hatin tinekirin. Ola îslamê kirin qilifa neteweperestiya ereb, faris û tirkan. Wiha kirin ku misilman nekarîn rastî ji şaşiyê derbixin.
Hikûmeta Tirkiyeyê ku niha di bin navê ‘îslama nerm’ hate desthilatiyê, mexlûqên har ku ji mirovahiyê nesîb negirtine rêdike ser gelê kurd ê Rojavaya Kurdistanê. Zarokên kurdan bi navê îslamê tên qetilkirin, mal û milkên wan tên talankirin. Jinên kurdan tên revandin û serê xortên wan tên jêkirin.
Ti eleqeya wan mexluqên ku fetwaya talanê, qirkirinê û destdirêjiyê dane bi îslam û însaniyetê re tine ye. Wan mexluqan sonda qirkirina kurdan û tinekirina hemû nirxên wan xwarine. Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi taybet û gelê Kurd temamî qirkirin û rûxandineke mezin re rû bi rû ye. Divê ev rastî bigihe mirovahiya cihanê û hemû misilmanan. Kurd di bin van şertan de diçin cejna Remezanê.
Hikûmeta AKPê bi taybet û misilmanên cîhanê bi giştî dibêjin, ji Mîamî û Somalî heta Tîbet û Filîstînê alîkariya misilmanan bikin, sed heyfû mixabin gelê Kurd ê misilman û mazlum, tû birayekê meyê Misilman alikariya me nake. Berevajî vê hişmendiyê, gelê Kurd niha di asta herî bilind de ji bo nirxên Îslamî û mirovahî têdikoşe. Li hemberî van neheqiyan, têkoşînekî bê hempa dimeşîne. Sed heyfû mixabin îro ewên ku bi navê ola îslamê tevdigerin, di refê zilm û zilimkaran û neyarên mirovahiyêda de cih digrin.
Gelî Misilmanan!
Hikûmetên welatên misilman, van hovên ku berî kurdan dane, dil û cergên mirovan jêdikin û dixwin. Çi ferqa van kesan ji Hinde’yê ku dilê Hz. Hemza jêkiribû û xwaribû nîne.
Ev neviyên Yezîd û Hecacî ne. Dibe ku nav û kirasên van kesan û kesên ku piştgiriya van dikin îslamî be, lê ew we’da Xwedê ji bîr dikin.
'Zalim wê di demeke pir nêzîk de bibînin ku çawa ser û ber dibin' (Şûara 227)
Misilmanên Ezîz!
Doza heq a gelê Kurdistanê hem mirovî û hem jî îslamî ye. Gelê Kurdistanê û hemû misilmanên cihanê ji bo parastina rûmeta ola îslamê mecbûr in ku alîkariya madî û manewî bidin kurdên ku malên wan hatine rûxandin û ew hatine qetilkirin. Ev yek emrê Ellahû Teala ye û ferz û wacib e. Bila baweriya we hebe, eger kurdên Rojavayê Kurdistanê bi taybet û gelê Kurd bi giştî serkevin, wê ola îslamê û mirovahî bi ser bikeve. Ji ber vê yekê, erkên mezin dikevin ser milên misilmanên cîhanê û gelê kurd. Divê hed û hidûdê nîşanê van har û hov û cahilên ku rûmeta îslamê û ya mirovahî girtine bin piyan bê dayîn û destê şefqetê dirêjî kurdên mezlûm û jar bê kirin.
Di bin vê rastiyê de, em cejna Remezanê li gelê Kurdê mezlûm û hemû misilmanên cihanê pîroz dikin. Em hêvî ji Xwedayê mezin dikin ku roja pêkanîna edaleta îlahî li xaka Kurdistanê û erdnigariya misilmanan nêzîk bike."