Ji bo welatekî mirov li hev tên û azad dibin HDP

Namzetên HDP'ê li Îzmir, Aydin, Amed, Riha, Dîlok, Edene, Sêrt, Meletî û Êlihê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bênavber didomînin

Namzetên HDP'ê li Îzmir, Aydin, Amed, Riha, Dîlok, Edene, Sêrt, Meletî û Êlihê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bênavber didomînin

AYDIN

Li Aydinê bi beşdariya Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik xebatên hilbijartinê pêk hat. Li navçeyên Nazîllî û Efelerê di civînên gel de Sakik axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê temînata aştiyê HDP ye. Sakik bilêv kir ku ji ber ku AKP di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çûye li Tirkiye û Kurdistanê dest bi qetlîaman kiriye. Sakik destnîşan kir ku HDP ne tenê partiya Kurdan e partiya hemû yên hatine wêdetirkirin e. Sakik wiha got: "Me cudatî nexist nava nasnameyan ji ber vê yekê jî ji vê tirsiyan. Mîmarê vê projeyê Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan ev proje li Îmraliyê xist meriyetê. Li vî welatî temînata hemû yên hatine wêdetirkirin HDP ye."

EDENE

Li Edeneyê jî namzeta HDP'ê Meral Daniş Beştaş çû serdana karkerên tekstîlê yên ku di bin şert û mercên giran de dixebitin û anî ziman ku ev şert û merc dikarin bi demokrasî û aştiyê ve bên sererastkirin. Beştaş xwest ku hemû kes biçin ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin û her şexs di heman demê de wekî peywirdarên sindoqan tevbigerin. Beştaş anî ziman ku wê bi karkeran re HDP wê aştiya gelan pêk bîne. Karkeran jî destnîşan kirin ku Beştaş yekemîn parlamentera ku hatiye serdana wan e, û kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anîn ziman.

AMED

Namzetê HDP'ê Nîmettullah Erdogmuş li Taxa Şêx Şamîl a Rezan çû serdana esnaf û welatiyên taxê. Erdogmuş û rêveberên Meclîsa Gel a Taxa Şêx Şamîl li qehwexaneyekê bi gel re hatin cem hev. Erdogmuş li vir axivî û wiha got: "Ez muftiyê vî bajarî bûm. Yek jî muftiyên Tirkiyeyê ku bi qasî hejmara tiliyên destekî kêm in bûm. Ti pirsgirêka min jî tinebû. Rayedarên dewletê hin pirs ji min dikirin. Rojeke wisa hate ku min dît ku diyanet û dewlet li aliyeke şaş in, ya esasî ya rast jî alîgiriya têkoşîna azadiya Kurd e." Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Rezan jî broşur belav kirin.

SÊRT

Namzetên HDP'ê Kadrî Yildirim, Besîme Konca û Fatîh Dalgali çûn serdana gundê Sanîh, Hêşat Herwex û Huysanê yên navçeya Berwariya Sêrtê û bi welatiyan re hatin cem hev. Yildirim di serdenan de axivî û got ku ev hilbijartin ji ya 7'ê Hezîranê girîngtir e ji ber vê yekê jî xwest di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bêhtir xwedîderketinek hebe. Yildirim got ku heke di hilbijartinan xurtir derkeve wê AKP mecbûr bimîne ku polîtîkayên xwe li ber çavan re derbas bike. Namzetên HDP'ê piştre derbasî navenda Sêrtê bûn û çûn serdana PTT, Telekom, Defterdarî, SGK, Midûriyeta Bayindirlikê, ÎŞKUR'ê.

MELETÎ

Namzetên HDP'ê Aydin Erdogan û Perîhan Yucekaya çû serdana Odeya esnafan a Meletiyê, Komeleya Rişvanlilar, Komeleya Çelîkhanlilar, MAZLUMDER a Meletiyê. Parlamenterê HDP'ê Dengîr Mîr Mehmet Firat jî beşdarî serdanê bû. Firat di serdana MAZLUMDER'ê de axivî û got ku binpêkirin derketine asta herî jor û li hemberî van binpêkirinan ên ku disekinin jî ev sazî ye. HDP'ê piştre çû serdana saziyên din û ji bo hilbijartinan piştgirî xwestin. Nûnerên saziyan jî kêfxweşiya xwe anîn zimana.

ÎZMÎR

Namzetên HDP'ê bi nûnerên çapemeniya herêmî û neteweyî yên li Îzmîrê li Navenda Kongreyê ya Tepekuleyê hatin cem hev. Di civînê de namzeta HDP'ê Mulkiye Bîrtane axivî û diyar kir ku ew dixebatên ku dikin de li kolanan eleqeyeke mezin dibînin û gelan HDP ji milê wî girtine û rakirine li ser piyan û xwedî lê derketine. Bîrtane bilêv kir ku HDP hêza xwe ji gel digire û ew bi beşên din ên civakê yên ku hatine wêdetirkirin ve ber bi desthilatdariyê ve dimeşin û wiha got: "Ji ber vê yekê em dibêjin dîsa dîsa demokrasî, dîsa dîsar jin, dîsa dîsa pir nasname, dîsa dîsa pir çandî, dîsa dîsa  pir zimanî."

Namzetê HDP'ê Muslum Dogan jî diyar kir ku Piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê HDP wê bibe partiya muxalefetê ya esasî û ew ji jiyanê çi fêm dikin ji gel re ragihînin. Ertugrul Kurkçu jî destnîşan kir ku ew ketine pêvajoyeke dîrokî ya hilibjartinê û heke AKP di vî hilbijartinê de derkeve pêşeroja Tirkiyeyê pir tarî be. Kurkçu ani ziman ku di 1'ê Mijdarê de rêyeke demokratîk bê vekirin.

DÎLOK

Namzetên HDP'ê Osman Demîrcî, Lamî Çîçek û Umut Baran li cadeya Korturk a Şehîtkamîl çûn serdana esnafan. Namzetan danezana HDP'ê belav kirin û pirsgirêkên esnafan guhdar kirin. Esnafan hêviyên xwe yên ji bo namzetên HDP'ê anîn ziman. Namzetên HDP'ê jî li hemberî hêviyên gel anîn ziman ku ew ê şert û mercên çareseriyê derbasî jiyanê bikin.

Namzetên HDP'ê Mahmut Togrul, Sultan Bayindir, Selman Tutumlu, Mehmet Karaaslan û hevserokên HDP û DBP'ê jî çûn serdana esnafan. Li cadeya Gazîler a Şahînbey xwestin ji bo "kar, nan û demokrasiyê" piştgiriyê bidin HDP'ê.

Namzeta HDP'ê Emîne Akkuş Çîçek jî li taxa Yeşîlkentê çû serdana welatiyan. Li vir belavokên HDP'ê hatin belavkirin û ji bo hilbijartinan ji gel piştgirî xwest.

RIHA

Namzetê HDP'ê yê Rihayê li navçeya Karakopru yê, Îbrahîm Ovabeylî li cihên ku welatiyên Ereb piranî lê dijîn xebat meşandin. Namzetên HDP'ê girîngiya 1'ê Mijdarê vegotin, welatiyan jî destnîşan kirin ku ew armanca HDP'ê dizanin û ji ber vê yekê jî tercîha wan HDP ye.

Namzetê HDP'ê Ferîdun Yazar li navçeya Siweregê, Leyla Guven li navçeya Serêkaniyê, Îbrahîm Ayhan li navçeya Hîlwanê bi gel û esnafan re hatin cem hev. Li navçeya Hîlwanê malbata Toprak a ku bi salan e di Partiya Saadetê de siyasetê dimeşînin derbasî HDP'ê bûn û Ayhan rozeta HDP'ê li wan kir. Li ser navê malbatê Ramazan Toprak axivî û wiha got: "Bi salan em ji hev qut kirin û anîn hemberî hev. Em niha jî dibînin ku AKP ji bo desthilatdariya xwe bidomîne xwîna ciwanên me dirijîne. Ji bo ku ev şer raweste em derbasî HDP'ê bûn."

ANTALYA

Namzetên HDP'ê Saruhan Ouluç û Nuray Erçagan jî li navçeya Kepezê bû. Li vir pirsgirêkên karkeran guhder kirin û bi karkeran re xwarin xwarin. Namzetan diyar kirin ku ew ji bo cihaneke ku karker xwedî gotinin hewl didin û ji bo yên hidberînin di Rêveberiyê de xwedî gotin bin heta dawî bixebitin. Namzetên HDP'ê piştre bi karkeran re li seraya kulîlkan geriyan.