'Ji bo komkujiyên nû yên kar rû nedin em xwe bi rêxistin bikin'
Serokê MED-DER'ê Baran diyar kir ku ji komkujiya karkeran a li Manîsanê dewlet û karsaz berpirsyar in û banga rêxistinbûyînê kir.

Serokê Desteya Rêveber a Komeleya Karkerên Çandiniyê yên Demsalî ya Mezopotamyayê (MED-DER) Omer Baran, der barê komkujiya karkeran a li Manîsanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Baran got, "Di trafîka nava bajêr de bi dehan mirovan di qemyonan de dibin û tînin. Ji ber çi ye nayê zanîn lê polîs û jenderme di trafîkê de dest li vê bûyerê wernadin" û anî ziman ku hikûmet di heman demê de xebitandina bêyî sîgorta û ewlekariyê, ji nedîtî ve tê.
Baran got, "Mirina kedkaran ne qeder e, ne çarenûs e, cînayetên li pêş çavan e" û ev xal destnîşan kir: "Bê guman berpirsyarên sereke yên van mirinan, saziyên pêwendîdar ên dewletê û karsaz in. Gelo sendîkayên karker û karmendan ên ji bo qezençkirina çend qurişan li dijî patronên hevalên wan ber bi mirinê ve dişînin deng nakin, di van cînayetan de berpirsyariya xwe nîne?"
Baran ji bo komkujiyên nû neyên serê karkeran banga hestyarî û rêxistinbûyînê kir.