Ji bo gerîlayê HPG’ê Kemal Ozsonmez li Parîsê bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Kemal Ozsonmez (Cîhan Sînemîlî-Cemo) ê li Erzînganê jiyana xwe ji dest da, li paytexta Fransa Parîsê hat bîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Kemal Ozsonmez (Cîhan Sînemîlî-Cemo) ê li Erzînganê jiyana xwe ji dest da, li paytexta Fransa Parîsê hat bîranîn.
Bîranîn, li Navenda Çanda Kurd a Cegerxwîn a li herêma Villeneuve Saint Georges a Parîsê pêk hat. Gelek kes di bîranînê de amade bûn.
Di bîranîna ku bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê destpê kir, nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan Hayrî Karadag axivî.
Karadag diyar kir şerê tê meşandin, me şerekî ku Kurdan daye destpêkirin, şerekî ku AKP û Qesrê daye destpêkirin.
Karadag ji bo Ozsonmez jî got ku kesekî çalak, bi heyecan, bi biryar bû û wê li bîranîna wî xwedî derkevin.
Xizmê Ozsonmez, Elî jî got: “Wan ji bo aştî û azadiya Kurdistan û Rojhilata Navîn jiyana xwe feda kirin. Em ê ti carî wan ji bîr nekin. Em ê timî wan bijîn.”
Bîranîn bi sînevîzyona têkildarî jiyana Ozsonmez bi dawî bû.