Ji bo Emre Aslan ê MLKP'yî li Enqere û Dêrsimê konê taziyeyê

Ji bo şervanê MLKP’ê Emre Aslan ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Enqere û Dêrsimê konên taziyeyê hatin vedan.

Ji bo şervanê MLKP’ê Emre Aslan ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Enqere û Dêrsimê konên taziyeyê hatin vedan.

Şervanê MLKP’ê Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) ê dema li hember çeteyên dijminê mirovatiyê şer dikir li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Enqere û Dêrsimê konê taziyeyê hatin vedan.

Ji bo Aslan li Kolana Konûr ku konê taziyeyê hat vedan, li kon wêneyên Sîbel Bûlût, Kader Ortakaya, Suphî Nejat Agirnasli, Ogûz Sarûhan û Emre Aslan hatin daliqandin.

DÊRSIM

Ji bo Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) li Qada Seyîd Riza ji aliyê Rêxistina Bajêr a ESP’ê konê taziyeyê hat vedan. Di konê taziyeyê de ku gelek kes tên ziyaretê endama Meclîsa Partiyê ya ESP’ê Munevver Îltîmûr, diyar kir ku dema li eniya başûr di tevgera paqijkirinê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de Aslan jiyana xwe ji dest daye û got, "Elîşêr Dêrsim duh ji bo me bû nemir. Rêhevalê me ne yê yekemîn bû û wê nebe yê dawî jî. Bû soza dewamkirina ji Sîbel û Arîn Mîrxanan re.”

Hunermend Ferhat Tûnç jî got, "Wî bawer kiribû ku rêya xizmeta ji mirovatiyê re bi azadiya li Kobanê pêk were mimkun e.”