Ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez li Parîsê çalakiya, ‘edalet û heqîqet’ê

Li Parîsê weke her Çarşem Kurdistanî û endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst, ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez daxwaza, “edalet û ronahiyê” dubare kirin.

Girseya saet 14.00’an li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê kom bû, bi dirûşman dest bi meşê kir. Di axaftinên kurt ên meşê de wiha hat gotin: “Li ser komkujiya li Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an nêzî 3 salan derbas bû. Lê hê jî edalet pêk nehatiye. Heta edalet pêk bê em ê meşa xwe bidomînın.”Girse bi dirûşman hat ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan.

Girseyê li ber Buroya Enformasyon a Kurdistanê dirûşmên, “Em hemû Sakîne, Leyla, Fîdan û Cizîrê ne”, “Qatil Erdogan”, “Qatil Tirkiye” û “Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya polîtîk” qîr kir. Girseyê di bin baranê de ji bo şehîdan deqeyek rêzgirtin pêk anî.

Di axaftina piştî rêzgirtinê de hat diyarkirin ku wê lêgerîna edaletê bê navber bidome. 

...