Ji bo 9 şervanên YPG’ê yên 22, 23, 24 û 26’ê Sibatê li Til Hemis û Til Temir di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li rojavayê Fransa bajarê Rennes merasîmeke bîranînê hat lidarxistin, taziye hatin qebûlkirin.
Ji bo şervanê YPG’ê Berxwedan Varto yê li Til Temir –Gundê Xêbiş di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Rennes merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Malbata şervanê YPG’ê Muhammed Işiklar a nû ji Kurdistanê hatin li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Rennes taziyeya qebûl dike.
Di bîranîna îro de bi sedan Kurdistaniyên li Rennes dijîn tevlî merasîmê bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinan de hat gotin, “Gelê Kurd bi serbilindî hat van rojan. Ev jî bi saya şehîdan pêk hat.”
MALBAT Û HEVALÊN WÎ BEHSA BERXWEDAN VARTO KIRIN
Di bîranînê malbat û hevalên şervanê YPG’ê Berxwedan Varto gotin, “Em bi şehîdê xwe serbilind in.
Kesên tevlî merasîmê bûn bîranînên xwe yên bi Varto re parve kirin. Dema sînevîzyon hat temaşekirin kêliyên hestyar rû dan. Kurdistaniyên beşdarî bîranînê bûn dirûşmên, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî Serok Apo” gotin. li Navenda Civaka Demokratîk a Rennes taziye îro jî hatin qebûlkirin û wê mewlûd jî bê dayîn.