Ji bo Berkîn Elvan bi hezaran bûn yek dil
Berkîn Elvan, di yekemîn salvegera mirina xwe de hat bîranîn.
Berkîn Elvan, di yekemîn salvegera mirina xwe de hat bîranîn.
Berkîn Elvan, di yekemîn salvegera mirina xwe de ji aliyê hezaran ve hat bîranîn. Bi hezaran kesên ku bi gotina, “Qatil, diz AKP” qîr kirin, diyar kirin ku heta heta hesabê Berkîn û ciwanên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dane bê pirsîn wê têkoşîna xwe bidomînin dan. Dayika Berkîn Elvan, a li ser gora kurê xwe bi gotina “Kurê min vir bi te nakeve” lorand, rewşa wê ya tenduristiyê giran bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Berkîn Elvan ê 14 salî yê di berxwedana Gezî de bi guleya polîsan bi giranî birîndar bû û piştî têkoşîna 269 rojan 11’ê Adara 2014’an jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hezaran kesî ve hat bîranîn. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes ji bo bîranîna Berkîn Elvan herikîn Malacem a Okmeydani. Bi hezaran kes li nuqteya ku Berkîn birîndar bû, kom bûn û ber bi Goristana Ferîkoy meşiyan. Di refên pêş ên meşê de Piştevaniya Taksîm, Eniya Gel, HDP, Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî û gelek sazî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ku cih girtin, malbatên ciwan û zarokên wan di berxwedana Gezî û li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane jî di refên pêş ên meşê de cih girtin.
JI SAMÎ ELVAN PEYAMA YEKÎTIYÊ
Di tevahiya meşê de dirûşmên, “Berkîn Elvan nemire”, "Berkîn Elvan di 15 saliya xwe de şitlek", “Dewleta qatil wê hesab bide”, “AKP’ya diz qatil”, "Şehîdên Gezî nemirin”, "Hêrsa dayikan wê qatilan bifetisîne” hatin gotin. Girseya ku polîsên bi TOMA’yan li ber benzînxaneyê bicih bibûn ferq kir, bertek nîşanî polîsan dan û ji polîsan re gotin, “Polîs sîmîtan bifiroşe bi rûmeta xwe bijî”. Bavê Berkîn Elvan ê ji wesayîta deng xîtabî gel kir, got ku pêwîst e ji bo tevayî ciwanên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dane têkoşînê bikin yek û bi hezaran kesên li kurê wî xwedî derketin spas kir.
‘KURÊ MIN CIHÊ TE NE VIR E’
Dema girse gihişt Goristana Ferîkoy rewşa tenduristiyê ya dayika Berkîn Elvan xera bû. Dayika biêş a bi alîkariya endamên Piştevaniya Taksîm û Sebahat Tuncel hat ser gora kurê xwe ya bi çîkolata û qerenfîlên sor xemilandî, lorîkên dayikê yên li vir dilê mirovan şewitand. Dayik Elwan a bi zehmet li ser lingan dima got, “Kurê min vir qet bi te nakeve. Niha em ê bi pênûsa te li dibistanê bûna kurê min.” Dema rewşa dayikê giran bû bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.
Xalê Berkîn Elvan Kenan Duzen jî di axaftina xwe de got, "Me wek malbat berdêl dane. Dİ 12’ê Îlonê de xizmên me hatin kuştin. Di ‘demokrasiya pêşketî’ de jî xwarziyê min hat kuştin. Ev faşîzm bi yekîtiyê dikare bê berterefkirin.”
Girseyê xar û nan danî ser gora Berkîn a bi qerenfîlên sor hatibû xemilandin.