Komeleya Dildarên Hawirdorê yên Êlihê ji bo mirina sewalên li rêyên bejayî bi dawî bibin, kampanya da destpêkirin. Serokê Komeleya Dildarên Hawirdorê ya Êlihê Kavuş daxwaz kir ku mirov li sewalên ser rêyan baldar bin.
ANF
ÊLIH
sêşem, 7 tîrmehê 2015, 13:32
Komeleya Dildarên Hawirdorê yên Êlihê ji bo mirina sewalên li rêyên bejayî bi dawî bibin, kampanya da destpêkirin. Serokê Komeleya Dildarên Hawirdorê ya Êlihê Kavuş daxwaz kir ku mirov li sewalên ser rêyan baldar bin.
Ji bo rêyên bejayî yên navbera bajaran zerarê nedin jiyana sewalên kûvî û tedbîr bên girtin, Dildarên Hawirdorê yên Êlihê ketin nava tevgerê. Kampanyaya bi navê ‘Li rêyên bejayî ji mirinên sewalan re bes’ a li ser înternetê hatiye destpêkirin eleqeyek mezin dît. Serokê Komeleyê Recep Kavuş têkildarî mijarê de banga hestyariyê li rayedaran kir.
MIRINÊN SEWALAN ZÊDE DIBIN
Kavuş ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku li ser rêyên bejayî rojê bi hezaran sewal dimirin û got: “Ji ber ev rê di herêmên jiyana xwezayî de derbas dibin, dibin sedema mirina gelek zindiyan. Em daxwaz dikin ku li rêyên bejayî korîdorên derbasbûna sewalan bên avakirin. Ji ber li ser van rêyan derbasbûna sewalan tine, bi sedan sewal di bin wesayîtan de dimînin. Sewalên weke mar, pisîk, gur, xezal, pezkovî, kûçik û her wekî din dimirin. Di dema derbasbûnê de wesayît li wan diqelibin û dimirin.”
Kavuş da xuyakirin ku divê ji bo van rêyên derbasbûnê bên avakirin.