Ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz bîranîn
Alî Îsmaîl Korkmaz ê di bûyerên Gezî de hat qetilkirin, li Enqereyê hat bîranîn.
Alî Îsmaîl Korkmaz ê di bûyerên Gezî de hat qetilkirin, li Enqereyê hat bîranîn.
Alî Îsmaîl Korkmaz ê di pêvajoya berxwedana Gezî de li Eskîşehîrê polîs û çeteyan lê da û şûnde 10’ê Tîrmeha 2013’an jiyana xwe ji dest da, di salvegera qetilkirinê de li Enqereyê hat bîranîn.
Di bîranîna ku AKA-DER li ber Peykerê Mafê Mirovan a li ser Cadeya Yuksel pêk anî pankarta, “Em piştî vê rêya tarî roja wê derkeve dibînin, Alî Îsmaîl Korkmaz di têkoşîna me de dijî” hat daliqandin.
Di bîranê de wêneyên Alî Îsmaîl Korkmaz hatin vekirin û ji bo kesên di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirin pêk hat.
Di bîranînê de komên alîgirên Fenerbahçe yên antî-faşîst jî ku piştgiriya xwe nîşan dan, piştî Belgesela Red Hack Alî Îsmaîl Korkmaz hat temaşekirin, bîranîn bi dawî bû.