Ji bo 3 jinên şoreşger li Berlînê edalet hat xwestin
Ji bo sê jinên li Parîsê hatin qetilkirin çalakiyên edaletê didomin.
Ji bo sê jinên li Parîsê hatin qetilkirin çalakiyên edaletê didomin.
Ji bo sê jinên li Parîsê hatin qetilkirin çalakiyên edaletê didomin.
Li paytexta Elmanya Berlînê li ber Konsolosxaneya Fransa ya li Qada Brandenburger Tor a dîrokî çalakiya edaletê dewam kir. Di çalakiyê de ji bo sê jinên şoreşger Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin daxwaza edaletê hat kirin. Meclîsa Jinan a Berlîn DESTDAN pêşengî ji çalakiyê re kir. Di çalakiyê de pankartên, "Em hemû Sakîne, Fîdan, Leyla ne" û "Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin" hatin vekirin.
Di çalakiyê de belavokên Elmanî, Îngîlîzî û Fransî hatin belavkirin.