Ji bacanê Bêrecûkê yê xwedî patent re erdê çandiniyê nehiştin!
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Bêrcûkê Muslum Acar diyar kir ku erdên çandiniyê yên berhemdar ji avadaniyê re hatine pêşkêşkirin û destnîşan kir ku divê dewlemendiya çandî û xwezayî were parastin.
FERHAT ARSLAN / ANF
RIHA
yekşem, 5 tîrmehê 2015, 07:04
Ji bo 'bacanê Bêrecûkê' yê li navçeya Riha Bêrecûkê patent jê re hatiye dayîn, erdê çandiniyê nemaye. Serokê Odeya Bazirganiyê ya Bêrcûkê Muslum Acar diyar kir ku erdên çandiniyê yên berhemdar yekemîn ji avadaniyê re hatine pêşkêşkirin û destnîşan kir ku divê dewlemendiya çandî û xwezayî were parastin.
Li hemberî Çemê Firatê yê axa Mezopotamyayê şîn dike polîtîkayê dewletê yên talanê dewam dikin. Tevî dewlemendiya çandiniyê, dewlemendiya dîrokî jî di binê ava bendavê de mane. Ji bo rizgarkirina hin cureyên nebatan û jiyana xwezayî, têkoşîn tê dayîn. Ji 'Bacanê Bêrecûk'e yê li qiraxa Çemê Firatê çêdibe û li gelemperiya welêt tê firotin re, patent hat dayîn. Lê belê ji ber ku Şaredariya AKP'yî erdên çandiniyê yên berhemdar pêşkêşî avadaniyê kir, zeviyê bacan lê were çandin, nemaye. Serokê Odeya Bazirganiyê ya Bêrecûkê Muslum Acar bal kişand ser rewşê û diyar kir ku erdê çandiniyê di berdêla pereyekî zêde de pêşkêşî avadaniyê hatiye kirin.
Acar da xuyakirin ku piştî dayîna patentê ji bo bacanê Bêrecûkê, ji holê rakirina erdê lê were çandin rewşeke trajî-komîk e û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji bacanê Bêrecûkê re patent hat dayîn, lê belê ev bacan bi tenê li bajarokê Mezra ku em jê re dibêjin aliyê Başûr, şîn dibe. Şaredariyê bi awayekî çavbirçî ev erdên çandiniyê yên berhemdar pêşkêşî avadaniyê kir û bi vî rengî cih ji çandina bacan re nema. Yanî ji bacan re patent hat dayîn, lê erd nema lê were çandin. Ev bacan ancax li nava axa li qiraxa Çemê Firatê şîn bibe. Ji bilî wê li devereke din şîn nabe. Ji ber ku çanda bajêr bi pêş neketiye, dewlemendiyên me bi vî rengî tine dibin. Ji ber çavbirçîtî û pereyan ev tê kirin. Mînak gula reş a Xelfetiyê bi tenê li Xelfetiyê tê dîtin. Ji ber ku ji nava xaka bi sed hezaran salan li qiraxa Çemê Firatê berhev bûye, şîn dibe. Mixabin dema pereyekî zêde di van mijaran de dikevin navberê, hingî tinebûna van dewlemendiyên me ji nedîtî ve tên."