Ji ATÎK'ê şeva piştevaniyê

Li Zurîhê "Şeva Piştevaniya ya bi Girtiyan re ya ATÎK" hat lidarxistin.

Li Zurîhê "Şeva Piştevaniya ya bi Girtiyan re ya ATÎK" hat lidarxistin.

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê Konferederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropa (ATÎK) "Şeva Piştevaniya bi Girtiyan re ya ATÎK" li dar xist.

Di şevê de ku bi sedan kes tevlî bûn, hunermend Pinar Aydinlar, Umuda Haykiriş, Kawa Urmiye, Koma Komîn a Muzîkê û Seranat Ezgîcan jî amade bûn. 

'ATÎK LI ROJAVA, TIRKIYE Û EWROPA DI TÊKOŞÎNÊ DE YE'

Nûnerê ATÎK'ê di axaftina xwe ya di aktîvîteyê de got: “Êrîş û qirkirinên li Tirkiyeyê li hember şoreşger, muxalîf û gelê Kurd berdewam dikin, têkoşîna hevpar a bi Tevgera Azadiya Kurd re tê meşandin ji bo dewletê bûye tirsa herî mezin. ATÎK di têkoşîna xwe ya demokratîk a mafdar de ji ber pêşengiya têkoşîna antî emperyalîst û antî kapîtalîst meşandiye bûye hedef. ATÎK li Rojava, Tirkiye û Ewropa di nava têkoşîn û berxwedanê de ye. Ji ber vê ATÎK bûye hedef. Heta aktîvîstên ATÎK û hemû girtiyên siyasî neyên azadkirin wê têkoşîna me berdewam bike.”

Di aktîvîteyê de hemû şoreşgerên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane û Ozgûç Yalçin, Cengîz Îçîl û Hakan Çakir ên herî dawî li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dane jî hatin bîranîn.