Ji Arjen Arî “Xame Sihurî Kaxiz Şiyar Ma”

Ji Arjen Arî “Xame Sihurî Kaxiz Şiyar Ma”

Pirtûka Helbestvan Arjen Arî ya bi navê “Xame Sihurî Kaxiz Şiyar Ma” ku beriya nexweş bibe û ji nav me koç bike nivîsîbû hat weşandin.

Berhema helbestvan Arjen Arî ya ku ji Weşanxaneya Ronahî derketiye ji ceribandinên wî yên weşandî û neweşendî pêk tê. Navê berhemê “Xame Sihurî Kaxiz Şiyar Ma” ye û ev berhem ji sê beşên bi navê “Bajar, Civak û Wêje”yê pêk tê.

Edîtoriya berhemê Şengul Ogur kiriye. Berhem bi tevahî 276 rûpel e. Berpirsê Weşanxaneya Ronahiyê Mihemed Ronahî diyar kir ku, armanca wan ewe ku Arjen Arî bi hemû aliyan ji xwendevanan re bidin nasandin û wiha axivî:

“Bi weşandina vê pirtûkê mebesta me ew bû ku ku em Arjen Ariyê nemir bi xwendevan û hezkiriyên wî bidin naskirin û aliyên wî yên nenas jî bidin zanîn. Lewre Mamosteyê nemir di vê berhemê de bi awayekî derbirînên xwe ragihandiye xwendevanên xwe.”