Îşev li UNESCO'yê dengdana Amedê heye
Kombûna Komîteya Mîrateyên Cîhanê ya 39'an a UNESCO'yê li bajarê Elmanya Bonnê, dewam dike. Ji bo Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê îşev dengdan heye û çav lê ye biryar bê dayîn.
Kombûna Komîteya Mîrateyên Cîhanê ya 39'an a UNESCO'yê li bajarê Elmanya Bonnê, dewam dike. Ji bo Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê îşev dengdan heye û çav lê ye biryar bê dayîn.
Kombûna Komîteya Mîrateyên Cîhanê ya 39'an a UNESCO'yê li bajarê Elmanya Bonnê, dewam dike. Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli jî beşdarên vê kombûnê ne. Hevşaredar Kişanak û Anli ji 3'ê Tîrmehê ve ye beşdarî kombûnê bûne û hin hevdîtinên cur bi cur pêk tînin. Tê payîn ku îşev ji bo “Mîrateya Cîhanê ya Çandî” der barê Baxçeyên Hewselê û Sûrên Amedê de biryar bê dayîn. Hevşaredar beşdarî kombûna komîteyê ya ji bo serlêdanên nû bûn.
Hevşardar Kişanak û Anli, li gel Hevşaredarên Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barût, Hevşaredara Yenîşehrê Ulku Baytal, di şîvekê de bi Nûnerê Timî yê UNESCO'yê yê Tirkiyeyê Sefîr H. Avnî Bostalî, Serokê Komîsyona Milî ya Tirkiyeyê a UNESCO'yê Ocal Oguz û rayedarên Wezareta Çand û Turîzmê û Wezareta Karên Derve re rûniştin. Di şîvê de li ser dosyeyê Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê axaftin hatin kirin.
Di civîna UNESCO'yê de, ji bo wergirtina "Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê" wê li ser 38 dosyeyan nirxandin bêne kirin. Dosyaya Amedê di rêza 31'ê de ye.
Gotûbêjên ser mijarê dikarin di malperên www.39whcbonn2015.de/livewebcast.html û diyarbakir.bel.tr de bi zindî bên temaşekirin.