Însiyatîfa Mereşê ya Swîsreyê ji nû ve ava dibe

Di civîna ji nû ve avakirinê ya bi beşdariya nûnerên Însiyatîfa Mereşê ya Ewropayê de, hilbijartin, hilbijartinên pêşwext, xebatên li herêmê û dîasporayê û xebatên dema bihurî bi berfirehî hatin nirxandin.

Însiyatîfa Mereşê ya Swîsreyê xwe ji nû ve birêxistin dike. Di civîna ji nû ve avakirinê ya bi beşdariya nûnerên Însiyatîfa Mereşê ya Ewropayê de, hilbijartin, hilbijartinên pêşwext, xebatên li herêmê û dîasporayê û xebatên dema bihurî bi berfirehî hatin nirxandin.

Di civînê de hat destnîşankirin ku HCP'ê li herêmê ti ji pirsgirêkên nasname, çandî, mezhebî û aborî yên gelê Kurd çareser nekiriye, namzetên CHP'yî bi bikaranîna gelê herêmê re berjewendiyên xwe zêde kirine. Di civînê de hat ragihandin ku bi hilbijartinên dawî re dengên emanet ên ji CHP'ê re hatibûn dayîn, berê xwe dane HDP'ê û wê ev yek dewam bike. Di civînê de hat gotin Însiyatîfa Mereşê wê li hemû bajar, bajarok, navçe, gund û taxên li dîasporayê, xwe di nava hemû Mereşiyan de bi rêxistin bike.

Hat ragihandin ku her çend girseya Mereşê potansiyela herî mezin a Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a li Ewropayê ye jî ev hêz bandorê li herêmê nake û hat destnîşankirin ku armanca herî mezin a însiyatîfê dengvedana vê potansiyelê li herêmê ye. Di civînê de hat gotin, "Kêm be jî em ev yek bi ser xist. Em ê xebateke bingehîn bimeşînin ku hemû welatparêzên Kurd karibin malbat û derdora xwe ya li Mereşê bikin welatparêz."

Hat diyarkirin ku Hewldan, wê bi xebatên ronîkirina komkujiyan, pêşîvekirina li darizandina berpirysaran, pirsgirêkên hawirdor, ziman, ol, mezhep û rastiya dîaspora re eleqedar be, lewma xebatên ji bo sazîbûyîna hewldanê destpê kirine.

Di civînê de ji bo ji nû ve avabûn û sazîbûyîna Hewldana Mereşê ya Swîsreyê, komîsyoneke amadekariyê hat avakirin. Komîsyona amadekar wê di nava du mehan de xebatên bingehîn temam bike û xebatên ji nû ve avakirinê biqedîne.