ÎHD'yiyan bal kişandin ser Roboskî
Di Nobeta Rêzgirtina ji Mafê Jiyanê re ya ÎHD'ê endamên komeleyê bal kişandin ser Komkujiya Roboskî.
Di Nobeta Rêzgirtina ji Mafê Jiyanê re ya ÎHD'ê endamên komeleyê bal kişandin ser Komkujiya Roboskî.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) ya Îzmîrê çalakiya xwe ya Nobeta Rêzgirtina ji Mafê Jiyanê re ku her hefte pêk tîne, çalakiya xwe ya 25. li ber Sumerbanka Kevn a Konak pêk anî. Tevî endamên komeleyê gelek nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî jî ku di nobetê de amade bûn, pankarta, “Ne dema ti dikujî dema ti bidî jiyandin ti dibî mirov” û wêneyên zarokên ku ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin hatin hiilgirtin.
Li ser navê komê endamê Komîsyona Ciwanan a Şaxa ÎHD’ê Îbrahîm Hanîzcî bal kişand ser komkujiya Roboskî. Hanîzcî da xuyakirin ku tevî 4 sal li ser komkujiyê re derbas bûye daxwaza edaletê ya malbatan nehatiye bicihanîn û got, derbkirina Parlamenterê Şirnexê FerhatEncu ji aliyê leşkeran ve nayê qebûlkirin. Hanîzcî yê êrîş şermezar kir got: "Heta edalet bê Roboskî em ê dest ji vî karî bernedin.”
Piştî xwendina nameya Selahattîn Encu yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, çalakiya rûniştê pêk hat.