ÎHD’ê binpêkirinên mafan ên sala 2014’an aşkera kir

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya 2014’an a binpêkirinên mafan û bilançoya salê aşkera kir. Di raporê de hate gotin ku binpêkirinên mafan zêde bûne û Tirkiye ber bi dewleta otorîter ve diçe.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya 2014’an a binpêkirinên mafan û bilançoya salê aşkera kir. Di raporê de hate gotin ku binpêkirinên mafan zêde bûne û Tirkiye ber bi dewleta otorîter ve diçe.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Navenda Giştî ya ÎHD’ê "Rapora binpêkirinên mafan û bîlançoya 2014’an a Tirkiyeyê” bi daxuyaniyeke çapameniyê ve ji raya giştî re parve kir. Rapora ÎHD’ê ji aliyê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ve hate xwendin. Turkdogan diyar kir ku di rapora îsal de li gorî sala borî binpêkirên mafan zêde bûne. Turkdogan binpêkirinên mafan wiha rêz kir:

*Li Tirkiyeyê li gorî sala buhrî înfazên bêdaraz zêde bûne. Bi taybetî li herêmên sînor bûyerên înfazên bêdaraz zêde bûne. Dema ku mirov bi sala buhrî re tîne ba hev li navendê binçavkirinan de 5 kes bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

*Di 2014'an de li girtîgehên Tirkiyeyê pirsgrêkên ku tên jiyîn berdewam kirin û pirsgirêkên girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e nehatine çareserkirin. Hejmara girtiyên nexweş her diçe zêde dibe û di raya giştî de dibe sedema birînên mezin.

*Ji ber ku Hikûmeta AKP'ê her diçe otorîter dibe êrîşî çalakî û civînan dike. Çawa ku di 2013’an de bi awayekî tundî êrîşî çalakiyan dikir, di 2014’an de jî êrîşî çalakiyên ku ji bo piştgiriya Kobanê hatin lidarxistin kir. Di 6 bajaran de biryara qedexekirina derketina kolanan da û bi vî rengî mafê çalakiyan ji destên mirovan girt.

*2 mîlyon kesên ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê reviyan û hatin Tirkiyeyê li vir bûne penaber di şert û mercên zehmet de jiyana xwe berdewam dikin. Penaberên ku hatine Tirkiyeyê ji wan ji sedî 15 li kapman hatine bicihkirin yên din jî terkî qedera xwe hatine kirin.

*Di 2014'an de şîdeta li hemberî jinan a ku zêde bûye jî berdewam dike. Feraseta Hikûmeta AKP'ê ya li hemberî jinan li dijî çareseriya pirsgirêkan astengiya herî mezin e.

*Qadeke din a ku pirsgirêk tên jiyîn jî qada kar e û li dijî kedkaran qalîameke mezin heye. Di 13’ê Gulana 2014’an de li Somayê 301 karker di kana komirê de jiyana xwe ji dest dan. Di 28’ê Cotmeha 2014’an de li navçeya Ermenekê ya Karamanê 18 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ev mirin nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ya li hemberî ewlehiya karkeran radixe ber çavan.

*Li dijî HDP û DBP’ê êrîşên nijadperestan didomin. Lê hikûmet li dijî van êrîşan tiştekî nake. Divê hikûmet li dijî suc^ne nifrînê qanûnê derxîne.

*Li Tirkiyeyê polîtîkaya necezakirinê berdewam dike û demborînan dixwazin bersucan biparêzin.

*Di 2014'an de polîtîkaya Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn a antî-kurd û antî şiî bi berxwedana ve Kobanê hate pûçkirin.

Turkdogan di dawiya axaftina xwe de got ew ê li Tirkiyeyê demokrasî û mafên mirovan pêk bê dê tekoşîna xwe berdewam bikin.